{"product_id":"jiyanek-bajarek-u-dewranek-biranen-min","title":"Jiyanek, Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eJiyanek  Bajarek û Dewranek (Bîranên Min)- Mehmet Oncu \u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003ch3 class=\"\" data-start=\"186\" data-end=\"236\"\u003e\u003cstrong data-start=\"190\" data-end=\"236\"\u003eBerhemek trajîk: Çîroka nivîskar û şarê wî\u003c\/strong\u003e\u003c\/h3\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"238\" data-end=\"628\"\u003eEv berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên wî lê bihorî ne vedibêje. Bi gotineke din, qîrîn, zarîn û hewara zarokên kurdan ên pişaftî, herifandî û hilçinandî ye. Bi awayekî trajîk dîmenên vekuştina ri’hê nifşekî û dûmahika wî nifşî raberî we dike ku di heman demê de ew dîmen talana keleporekê, kuştina zargotinekê û nîvkuştina zimanekî jî piştrast dikin.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"630\" data-end=\"1323\"\u003ePiştî rûxîna dewleta Osmaniyan, dema li ser xaka kurdan a qedîm Komara Tirkiyê hat damezirandin, rêveberiya komarê tevî hemû şar û şaristanên kurdan, pergaleke çawa li şarokê me danî? Çawa ri’hê şarokê me xesandin? Pergala perwerde û pişaftinê karekî çawa li ser zarokên kurdan kir? Berî em neketibûn vê kodê rengê me, dengê me û bêhna me çi bû, piştî em di vî aşî de hatin hêran û pişaftin, em bûne çi û veguheziyan çi tiştî? Em çawa ji xwe dûrketin, bi çi sedemê bûn biyanê çand û kelepora xwe ne? Em çima nikarin li cihê kurdekî rawestin, weke kurdekî bihizirin û bi çavê kurdkî li cîhana xwe binêrin, ya herî xirab jî ew e ku çima em nikarin bi enstrûmanên tam, denklemên rast damezirînin?\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"1325\" data-end=\"1564\"\u003eBêguman bersiva van hemû pirsan di vê berhemê de tuneye. Erê, hûnê karibin çend çarçik wêneyên rewşa xwe ya trajîk a bi vî rengî di vê berhemê de bibînin, bi hezneke kurdewar lê binêrin û di ser halê xwe de biponijin û pirsan li xwe bikin!\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp data-start=\"1325\" data-end=\"1564\"\u003e\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp data-start=\"1325\" data-end=\"1564\"\u003eJi bo hemû berhemên \u003cstrong\u003eWeşanên Sîtav \u003c\/strong\u003e\u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/wesanxane\/sitav-yayinevi\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\r\nJi bo hemû berhemên \u003cstrong\u003eMehmet Oncu\u003c\/strong\u003e \u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/niviskar\/mehmet-oncu\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp data-start=\"1325\" data-end=\"1564\"\u003e\u003c\/p\u003e","brand":"Sîtav Yayınevi","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61129563865418,"sku":"sitav274","price":16.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/jiyanek-bajarek-u-dewranek-biranen-min.png?v=1771401014","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/de\/products\/jiyanek-bajarek-u-dewranek-biranen-min","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}