{"product_id":"bergidana-xewne-2","title":"Bergîdana Xewnê","description":"Xewneke penaber\r\nJidayîkbûna xwe ya di nav têlên sînor de bi birîna xwe ya bê bîr pîroz dikim.\r\nEv jidayîkbûn têger bûye, seranser bûye, serwer bûye, penaber bûye.\r\nAxa zikmakiya min disincire, lingên xakiyan dişewitîne.\r\nSînor sînga xwe ya xapînok vekiriye. Kî tê bêedebî ji xwe derbas dike!\r\nYek tê, rihana ku bi axînê avdaye li xeyda xwe hûnaye û derbas dibe.\r\nYek tê, behreke ku hîn nedîtiye di binhişê xwe de şîn kiriye kesera xwe heyf nake da ku ji yên din re bike qayîk û kelek.\r\nYek tê, di berîka xwe de kevirên heftokê yên ji dudilî û nakokiyê hildigire da ku pê bêyomiyê bitirsîne.\r\nYek tê, stranên ku ji hilma nanê germ pêtane di buxçika bûkaniya xwe, ya tarumar de hilgirtiye.","brand":"J\u0026amp;J","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954003210570,"sku":"JJ-37","price":5.73,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Bergidana-Xewne.jpg?v=1769527263","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/bergidana-xewne-2","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}