{"product_id":"cavre","title":"Çavrê","description":"Şevek ji şeven havina dawin, Mervan çavê Çavrê maçî kir û ji malê derket. Îsa li serê kolanê amade bû. Çûn goristanê. Çekên xwe derxistin û ber bi cihê kemînê ve meşiyan. Dema xwe dan pişt dîwar, şev bi nîvî bûbû. Wextê hatina polîsan bû. Li bendê man, nehatin. Dem derbas bû. 'Dibe ku îşev neyên. Dema ku Mervan û Îsa di nava van fikaran de bûn, erebeya polîsan xuya kir. Ber bi wan ve hat. Bila hinekî din nêz bibe. Tilî li ser tetîkan bûn. Wextê hinekî din nêz bû, bi hev re gule barandin ser erebeyê. Heya sacûrên wan neqediyan, tiliyên wan nesekinîn. Paşê ji cihê xwe derketin û ber bi goristanê ve beziyan. Çekên xwe veşartin û çûn malên xwe.","brand":"Sîtav Yayınevi","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954617512266,"sku":"sitav226","price":5.82,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/cavre-huseyin-duman.jpg?v=1769532389","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/cavre","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}