{"product_id":"deste-min-li-deste-te-digere","title":"Destê Min Li Destê Te Digere","description":"\u003cdiv class=\"wysiwyg prd_description noContext\"\u003e\r\n\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eMin Li Destê Te Digere-Mehmet Tanrıkulu\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nMehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.\r\n\r\nMem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.\r\n\r\nMem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û “bîra me ya nîvxilmaşî” li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.\r\n\r\n\u003cstrong\u003eBerken Bereh\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n\u003c\/div\u003e\r\n \r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên  \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/avesta-yayinlari\/\"\u003e\u003cstrong\u003eAvesta Yayınları \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin\u003cstrong data-start=\"1295\" data-end=\"1312\" data-is-last-node=\"\"\u003e\r\n\u003c\/strong\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954675773770,"sku":"avesta598","price":5.94,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/deste-min-li-deste-te-digere-1.jpg?v=1769532907","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/deste-min-li-deste-te-digere","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}