{"product_id":"ferhenga-botan-peyven-wenda","title":"Ferhenga Botan (Peyvên Wenda)","description":"\u003cdiv class=\"row product_box_container\"\u003e\r\n\u003ch2 class=\"img_show_container\"\u003e\u003cstrong\u003eFerhenga Botan (Peyvên Wenda)\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cdiv class=\"col-sm-6 p_image_detail\"\u003e\r\n\u003cdiv class=\"clearfix\"\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003c\/div\u003e\r\n\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv class=\"col-sm-12 no-padding\"\u003e\r\n\u003cdiv id=\"tab_product_content\" class=\"tab-content\"\u003e\r\n\u003cdiv id=\"detail\" class=\"tab-pane active fade in\"\u003e\r\n\r\nMebesta min ya yekemîn ya vê berhemê ev bû ku hin peyv û tegehên di karûbarê hin pîşeyê cihên xwe ji mekîne û amûrên hemdem re berdane, amûr û têgehên di koçerî, cotkarî, sewalkarî, tevnkarî, necarî û cur be cur mijaran de dihatin bikaranîn û niha an qet nayên bikaranîn an jî di şûna wan amûr têgehan de hin amûr û têgehên din tên bikaranîn, ji nû ve vedijînim. Her wiha gelek lêker û navên xebatên ku an hatine jibîrki-rin an jî kêm tên zanîn hedefa vê xebata min bû.\r\n\r\nDîsa ez dixazim vê jî bidim zanîn ku ev xebat bi taybetî li ser Herêma Bo-tanê hatiye kirin. Ev peyv û têgehên di vê ferhengê de gelek ji wan an li herêmekê, an li navçeyekê, an li gundekî, an jî di nava eşîrekî de, an jî di nava çend kesên dûrî jiyana hemdem de tên bikaranîn in. Yanî mebest ew bû ku em van peyv û têgehan ji windabûnê rizgar bikin.\r\n\r\nMebesta min ya duyemîn jî ew bû ku ez vê ferhengê ji dirûvê ferhengên klasîk derxim, peyv, amûr û têgeha ku dinivîsim ji hêla şêwe, teşe, kar, bikêrhatin, reng, dirûv, bikaranîn û ji hemû hêmanan ve zelal û vekirî vebêjim û şêlobûn û pirsên di serê xwîner û zimanhezan de bigihînim xwe û biqedînim, hatim girtin û niha di zindanê de derfetên min ên ku ez ê bikaribim vê xebatê berfiretir bikim nîn e. Hêvîdar im ku ev berhem ji bo karê we bikêrhatî be û hûn sûdeke baş jê bigirin.”\r\n\u003cdiv class=\" clearfix\"\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv class=\"clearfix\"\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003c\/div\u003e\r\n\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv class=\"clearfix\"\u003e\u003c\/div\u003e","brand":"J\u0026amp;J","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953998262602,"sku":"JJ-25","price":10.8,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Ferhenga-Botan-Peyven-Wenda.jpg?v=1769527242","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/ferhenga-botan-peyven-wenda","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}