{"product_id":"giyanen-bahozi","title":"Giyanên Bahozî","description":"\u003cdiv class=\"ozet\"\u003e\r\n\r\nMin di rabirdûya xwe de guneh civandin.\r\n\r\nMin di evînan de jiyan, di jinan de hebûn, di zarokan de mahsumiyet û di dostan de jî, baweriyên xwe wenda kirin.\r\n\r\nEz ne ji paşeroja xwe bûm û ne jî min karî derbikevim rêwitiya pêşerojê.\r\n\r\nEz tenê bûm hibira çîrokên xwe yên rast ên ku hatine jiyin û rijiyam ser lênivîsan...\r\n\r\nDi kûrahiya baskên ferîştekekê de zarokek, ne tirs, ne keser û ne jî serma... Li hev alabûnek û hezkirineke dilînî... Min hêviyeke wiha dikir mêvanê giyana xwe ya tenha. Lê dengê min nedihat bihîstin. Awazkariya min difetisî û çirîskên kamraniya min a ku hatiye dizîn, dicemidîn.\r\n\r\nEz ji we re behsa çîrokên çêkerî û dizînkariya romannûsekî nakim, ey giyandarno... Ez tenê bûm hibir û lênivîs jî bûn keserkêşê min.\r\n\r\nLê, lênivîsan jî ez tenê hiştim. Piştî ku reqsa wan bi min re kuta bû, beyî ku ramûsanekê diyariyî lêven min bikin, bi terkexemiyekê ve ez li cih hiştim û bi mabesta zewaca bi we re hatin nik we... Hûn niha daweta xwe pîroz dikin. Ez jî we pîroz dikim lê di heman wextê de, ji bo lênivîsên xwe giriyam û niha jî digirîm.\r\n\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Do","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60949172584778,"sku":"DO058","price":14.25,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/2_1730540113931911.jpg?v=1769465959","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/giyanen-bahozi","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}