{"product_id":"kurd-di-kiteben-car-cografinasan-de-ibn-xurdadbih-ibn-feqih-mesudi-istexri","title":"Kurd di Kitêbên Çar Coğrafînasan de","description":"Di nav ereban de cografya\u003cstrong\u003e, \u003c\/strong\u003eserê pêşî zanisteke teknîkî bû, lê paşê wek adab (tarîx, cografya, felsefe) jî derket holê. Cografya edebî jî serê pêşî di salên 800î de wek beşeke dîrokê bi pênûsa merivên zana, têcir, hecî, şagirt û xwendevanên ku serpêhatiyên rêwingiya xwe nivîsîne, derketiye meydanê û piştre bûye weke zanyariyeke nû.\r\n\r\nÇend nav ji wan kesên pêşî û navdar ku berî salên 1000î bi nivîsîna cografyayê ve rabûne û kêm zêde di berhemên xwe de qala kurdan û navçeyên wan jî kirine ev in: Ibn Xurdazbeh\/Xurdadbih (820-893) ku xwediyê kitêba \u003cem\u003eMesalik ul-Memalikê \u003c\/em\u003eye\u003cstrong\u003e, \u003c\/strong\u003eEhmed ibn Ebû Yaqûb ibn Wadihê Katib el-Yaqûbî (m. 891) ku xwediyê\u003cem\u003e Tarîxa Yaqûbî\u003c\/em\u003e û \u003cem\u003eKitab ul-Buldan\u003c\/em\u003eê ye. Herweha xwediyê kitêbên bi navê \u003cem\u003eKitab ul-Buldan\u003c\/em\u003e û \u003cem\u003eMuxteseru Kitab il-Bulda\u003c\/em\u003enê Îbn el-Feqih Ebû Bekir Ehmed ibn Mihemed el-Hemedanî (m. 340\/951) û \u003cem\u003eFutûh ul-Buldan\u003c\/em\u003ea Ehmed ibn Yehya ibn Cabirê Belazûrî (m. 279\/892). Digel xwediyê \u003cem\u003eSuwer ul-Eqalîm\u003c\/em\u003ea Ebû Zeyd Ehmed ibn Sehl el-Belxî (850-934) û xwediyê \u003cem\u003eSûret ul-Erd\u003c\/em\u003ea Ebul-Qasim Îbn ‘Hewqelê Nuseybî\/Nisêbînî (m. 977). Ji wan ne kêmtir jî xwediyê \u003cem\u003eMirûc uz-Zeheb we Me’adin ul-Cewher \u003c\/em\u003eû\u003cem\u003e Tenbîh ul-Îşraf\u003c\/em\u003eê Ebû Hesen Elî ibn Hiseyn ibn Elî el-Mes’ûdî (m. 956), xwediyê \u003cem\u003eMesalik ul-Memalik\u003c\/em\u003eê Ebû Ishaq Ibrahîm ibn Mihemed Farisiyê Îstexrî (m. 957) û xwediyê \u003cem\u003eEhsen ut-Teqasîmê Şemsedîn Ebû Ebdulah Mihemed \u003c\/em\u003e\u003cem\u003eel-Meqdisî\u003c\/em\u003e (m. 985) û gelekên din.\r\n\r\nJi nav kitêbên van cografînasan çar kitêbên ku di wan de li ser kurdan û welatê wan agahdarî hebûn, min ew wergerandin kurdî û di vê berhevoka cografînasan de kom kirin ku ew jî ev in: Ibn Xurdadabih, Ibn Feqîh, Mesûdî û Îstexrî.\r\n\r\nEmîn Narozî","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954217218378,"sku":"AVESTA479","price":11.69,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Kurd-Di-Kiteben-car-Cografinasan-De-ibn-Xurdadbih-ibn-Feqih-Mesudi-istexri.jpg?v=1769528668","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/kurd-di-kiteben-car-cografinasan-de-ibn-xurdadbih-ibn-feqih-mesudi-istexri","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}