{"product_id":"kurd-dirok-u-kultura-wan","title":"Kurd (Dîrok û Kultura Wan)","description":"‘Jemal Nebez di vê kitêbê de li ser gelek mijar û babetên cihê disekine, bo nimûne, dîrok û mîtolojiya kurdan a kevin a berî xirîstiyaniyê, bilindî û kûratiya kulturî ya kurdan li jêr sî û sîbera gelek êrîşên xelkên biyanî di Kurdistanê re, cihêrengiya dînên li Kurdistanê, ligel bal û girîngiyeke taybet li ser sînkretîzmê; wekî taybetmendiya herî beloq a kultura kurdan a dînî, û nasandina sînkretîzmê, wekî fênomeneke bi tewawî cuda ji dînên têkel.\r\n\r\n‘Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: ‘Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê’, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî’ hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin.\r\n\r\n‘Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan.’\r\n\r\nH.Mohemed Elî,\u003cem\u003e Serokê Civata Kurd li Berlînê\u003c\/em\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954326565194,"sku":"AVESTA355","price":7.17,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Kurd-Dirok-u-Kultura-Wan.jpg?v=1769529972","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/kurd-dirok-u-kultura-wan","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}