{"product_id":"lerz","title":"Lerz","description":"Gula Strîstanka ya piştî gelek kêferatan terka mêrê xwe dike û du zarokên xwe bi cih dihêle, ji Stembolê dide rê tê li Diyarbekirê bi cih û war dibe. Bi israr û hewldana hevaleke xwe dest pê dike romaneke otobiyografîk dinivîse lê çi bigire hê di nîvê rê de nikare projeya romana xwe bibe serî. Romana nîvco ya ku paşê dê navê \u003cem\u003eLerz\u003c\/em\u003eê bigire, diçe ber destê Brahîm Aramê nivîskarê naskirî li Diyarbekirê û Aram romanê ji cihê mayî temam dike, li ser navê xwe dide çapkirin.\r\n\r\n \r\n\r\nEv romana ku ji aliyê du nivîskaran ve hatiye nivîsîn û bi lîstikên edebî dagirtî ye, bi pirvegêrî, pirdengî û çîroksaziyeke têkel neynikê dide ser gelek aliyên civaka me, hin caran rexneyê lê digire û me vedikişîne nav hesabpirsînekê: rev(andin), kuştin\r\n\r\n \r\n\r\nû binpêkirina jinan; serdestiya mêran, malbat û civatê; nakokî û dubendiya partî û partîgiran; pevçûnên dînî-neteweyî; cerdevanî û derketina çiyê; komên xwendinê û civat û caxiyên nivîskaran; nîqaşên ziman û edebiyatê… û heta bi \u003cem\u003ePall\u003c\/em\u003eê jî, dibin mijara vê romanê.\r\n\r\n \r\n\r\nPîro xwendevanan vedixwîne ku hevdem li gel xwendina xwe, \u003cem\u003eLerz\u003c\/em\u003eê ji nû ve binivîsin.","brand":"Pall Weşan","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954142966090,"sku":"Pall-02","price":9.26,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/ler-dawi.jpg?v=1769527789","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/lerz","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}