{"product_id":"mesa-kiso-ciroka-medya-kitabevi","title":"Meşa Kîso- Çîroka Medya Kitabevi","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eMeşa Kîso- Çîroka Medya Kitabevi-Selahattin Bulut\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nSerê salên 90an bû. Wek gelek însanên kurd ez jî hatibûm Stenbolê. Her digeriyam. Min ê çi bikira min jî hê nizanîbû. Ciyên diçûmê hîn zêde kitêbçî bûn. Lê tiştekî bala min dikişand, bi kurdî an bi tirkî kitêbên li ser kurdan min nedidîtin. Çend weşanxaneyên kurdan û wekî din jî hin weşanxaneyên xwediyê wan çepgir, hindik be jî li ser kurdan pirtûk derdixistin, lê ew pirtûk li kitêbçiyan tunebûn. Kitêbçî ne ku însanin xerab bûn lê nedixwestin serê wan têkeve belayê. Kitêbên kurdan li kitêbçiyekî hebûna jî ne li ber çavan bûn. Nedixistin refikên hîzaya çavan. Danîna li ser maseya nava kitêbxanê an xistina vîtrîna dikanê jixwe ne mimkun bû. Datanîn ciyên herî bêkêr. Di dolabên dawiya dikanê û di refikên binî de bi cî dikirin.\r\nWek ku karê min ê pêşerojê hêdî hêdî diyar dibû. Min ê ji pirtûkên kurdî re malek çêbikira. Malek bi dîwar, bi derî, bi pace, bi refik û bi vîtrîn. Min ê temama pirtûkên kurdî û bi her zimanî pirtûkên li ser kurdan li wê malê vehewandina. Min ê kitêbên bajarên Kurdistanê têxistina vîtrînê û kitêbên kurdan ên nû daniya ser maseya nava dikanê. Ew ê pirtûkên kurdî, bandên muzîka kurdî û kovarên kurdî li ber destan, ber çavan bûna. Û herkesî wê bidiya ku dinya xera nabe.\r\nSelahattin Bulut\r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/wesanxane\/avesta-yayinlari\/\"\u003e\u003cstrong\u003eAvesta Yayınları \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin\r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/niviskar\/selahattin-bulut\/\"\u003e \u003cstrong\u003eSelahattin Bulut \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin","brand":"Makpirtuk","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61204376944970,"sku":"avesta643","price":15.85,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/mesa-kiso.jpg?v=1772140719","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/mesa-kiso-ciroka-medya-kitabevi","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}