{"product_id":"min-ci-dit","title":"Min Çi Dît","description":"\u003cdiv class=\"product-detail\"\u003e\r\n\u003cdiv\u003e“Vê berevokê da nivîsarêd Qaçaxê Mirad ên vekirî hatine cîwar kirinê ku ewî di salêd başqe başqe da nivîsîne. Têmaya serhatiya hîmlî ‘emrê berê û Şerê Weteniyê yî Mezin e. Di berevokê da usa jî ew para romana wî ya Rev û Sitar hatiye neşirkirinê ku nivîskar pê ra negîhand kuta bike. Têmaya dostiya cimaeta ermeniyan û kurdan mînanî têleke sor nava temamiya efrandinêd vê berevokê ra derbaz dibe.”\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003eEmerîkê Serdar\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e “Romaneke natemam wekî jiyaneke qutbûyî zêdetir pirsan li meriva radike. Ev romana Qaçaxê Mirad belkî divê wisa natemam  bimaya! Romana wî û sernivişta miletê wî dişibin hev. Tenê bi vê berhemê be jî Qaçaxê Mirad siya romannûsekî li dû xwe hîşt. Ev romana kutanebûyî wekî  babeta xwe, mêriv bi xwe jî li ser wê rêya bi xumam dihêle. Roman derbarê heyameke trajîk da ne, û teswîr tê da hene derbarê hestên însanî û unîversal. Her wisa tehmeke edebî yên mîna tewsîrên Cengîz Aytmatov jî dide ku Mirad wê ya bi xwemalî dibêje: “Niçê hîvê yî xar teze ji pişt çiya derketibû, (hîvê) siya çiya paqiş dikir û ronaya xwe ye şêlû dida rê. Çarnikalê wan, her tişt seqirîbû, tenê çirre çirra tekerêd 'erebeyê û xeberdana du rêwiya ew seqirandin diteribandin.”\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003eDi destpêka berhemê da çend hikayet jî hene ku bi awayekî realîst û serhatî hatine nivîsandin.\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003eRizgar Elegez\u003c\/div\u003e\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954648674634,"sku":"avesta586","price":5.93,"currency_code":"EUR","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/min-ci-dit.jpg?v=1769532674","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/min-ci-dit","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}