{"product_id":"sal-mina-bawiskan-derbas-dibin","title":"Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin","description":"Sal Mîna Bawîşkan Derbas Dibin ji çar çîrokan pêk tê. Ev çîrokana bi naveroka xwe ji hev diqetin, lê dîsa jî di ber hev û di ser hev ra derbas dibin û zimanekî wan yê hevpar çêdibe. Kesên di van çîrokan da şev û rojên xwe baş ji hev dernaxin, dilê wan meskenê kul û derdan e û çîroka xwe mînanî niviştekê bi xwe ra digerînin, lê dawiya dawî roj, meh û sal mîna bawîşkan derbas dibin û her kes di halê xwe da fenanî agirê cixareyê hêdî hêdî dişewite.\r\nNîhatê Hecî Şakir di vê berhema xwe ya ewil da xwe dispêre zimanê kilamên dengbêjan û bi Kurmanciyeke fesîh dinivîsîne, lê gava dinivîsîne jî ji vî zimanî kêm nake û vî zimanê ji bona çîrokên fesilandiye li hev zêde dike. Loma jî ev berhem bi çar çîrokên di xwe da dihewîne di heman demê da derçûna şêweya nivîskarekî nû ye.","brand":"Nûbihar","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953577029962,"sku":"NU-120","price":5.96,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/sal-mina-bawiskan-derbas-dibin.jpg?v=1770433864","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/sal-mina-bawiskan-derbas-dibin","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}