{"product_id":"sebcirax-romana-melaye-ciziri","title":"Şebçirax Romana Melayê Cizîrî","description":"“Melayê Cizîrî edebiyatnasekî Kurd ê sedsala XVIan e. Şairê qesra mîr û hukumdarê hukumeta Cizîra Botanê, nûnerê dewra muqtedîr û serdestiyê ye di dîroka edebiyata Kurdî de. Ew şairê qesr û dîwanê ye. Di helbesta wî ya lîrîk û coşîş de hêmanên ruh ên wek îhtîşam, hessasiyet, xwebawerî, ciwanî û baldarî derdikevin pêş. Lewma Mela banê estetîka helbesta Kurdî temsîl dike.\r\nŞebçirax romaneke biyografik e û bi çîroksaziyeke pisporane xwînerê xwe derdixe rêwîtiyeke rewnaq. Di kuçe û kolanên bajarê xewn û xeyalan, Cizîra Botana qedîm de dide gerandin. Li warê Dîcle û Firat, li welatê mîr û medreseyan, li Kurdistana dewrana zêrîn dike mêvan. Her wisa xwîner dike rêhevalê naveroka riste û beytên Mela, hevaldersê tehsîla wî û hemderdê işqa wî ya dilêş û dilgeş.\r\nRomana Şebçirax ji hêla vehunandinê ve jî tiştne nû dibêje. Her wisa ji aliyê ziman, bêjar û çîroksaziyê ve jî xwedî îddiayeke alternatif û avakar e di romana Kurdî de. Hasil ŞEBÇIRAX bi şewq û şemala xwe ronahiyekê direşîne li ser tarîtiyên dem û serdeman.”","brand":"Nûbihar","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953903432010,"sku":"NUBIHAR-204","price":7.76,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/sebcirax-romana-melaye-ciziri.jpg?v=1769526801","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/sebcirax-romana-melaye-ciziri","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}