{"product_id":"serha-diwana-ehmede-xani","title":"Şerha Dîwana Ehmedê Xanî","description":"Ehmedê Xanî, hem ji hêla zimanî hem ji hêla ramanî ve deryayeke kûr e. Sînorê fikr û ramana wî gelekî fireh û dûr e. Bo ku meriv xwe bigihîne bi bal dur û gewherên behra wî, ji meriv re gelek rêberên xozneber lazim in. Tehsîn Îbrahîm Doskî jî yek ji wan rêberên edebiyata klasîk e ku vê carê jî Dîwana Ehmedê Xanî şîrove kiriye.\r\nDi vê Dîwana Xanî de pêşîn metnê eslî hatiye danîn. Piştre her helbestek, beytên wê yekoyeko hatiye rêzkirin, li binê her beytê peyv û îstilahên zor hatine îzahkirin û paşê jî ew beyt bi berfirehî hatiye şîrovekirin.\r\nDi Dîwanê de 33 helbest hatine komkirin. Helbestên gumanbar tê de bi cî nebûne, bes palpiştî hatiye kirin li ser keşkûl û destxetên kevnar. Ew keşkûl û destxetên sûdjêwergirtî jî, li dawiya Dîwanê wek faksîmîle hatine bicîkirin.","brand":"Nûbihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954506789194,"sku":"NUBIHAR224","price":13.94,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Serha-Diwana-Ehmede-Xani.jpg?v=1769531803","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/serha-diwana-ehmede-xani","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}