{"product_id":"siluk","title":"Silûk","description":"Mîna ku meriv di jiyana xwe ya derbasbûyî û ya vê gavê de her tim bi tena serê xwe jiya be, bêyî ku li tu kar û baran, li çêkirina xwarinê, li şuştina firaxan, li paqijiyê û li cilşuştinê biheyire; serê sibehan qahweya xwe bi xwe çêbike, taştiya xwe bi xwe hazir bike, kulîlkên li ber pencereyê bi xwe av bide û asûgiyên xwe yên derve bi xwe bike; di her serê êvarê de derkeve meşeke bi qederê seetekê, di vegerê de ji firneya kêleka malê nanekî teze bikire, li bin kamelyaya sîteyê rûne û bi deqîqeyan li ezmanê vî bajarê birîndar temaşe bike; di demeke weha de li vî bajarê belangaz vegere ku li her kuçe û sikakên wî lawên bavan bi dev dikevin erdê, jinên li ber welidandinê ji tirsa dengên sîlehan berdavêjin û sêwî bi dawa dêya xwe ve dibin çirçirk; dîwarên bedana kevnare û Minareya Çarling ji guleyên teresan dibe moxil û serad, xwîna lawên bavan li kevirên reşxemilandî dibe herikîna cihokê û bi sedan bisk û gulî bi ser tabûtên fêrizan de tên qutkirin; keç û lawên bavan mîna paşmêlkan di sikakên çivîkî de li rêya revê digerin û xwe davêjên bextên welatên dûr, hemû mal û milkên vî miletê perîşan ji terefê faziqan de desteser dibin û rojê bi dehan keç û lawên bavan di qefes û lelekên bêbavan de bi zikkişkê diherin kurahiya zindanên zaliman; di vê dema ku dê weledê xwe avêtiye, tu di vî hundirî de çi dikî?","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954340131146,"sku":"AVESTA435","price":10.17,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/siluk.jpg?v=1769530228","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/siluk","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}