{"product_id":"simko","title":"Simko","description":"\u003cstrong\u003eSimko, Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd\u003c\/strong\u003e\r\n\r\nSIMKO, Simko Axayê Şikakî û Tevgera Neteweyî ya Kurd Mihemed Resûl Hawar Mamoste Mihemed Resûl Hawar, kedeke gelek mezin daye; hemû kitêb, rojname, kovar, belge û arşîvên li ser Simko û tevgera wî hene –çi yên di leh û çi yên di eleyhê de- şeh kirine û bi awayekî berawirdî-rexneyî daye ber xwe û wekî kitêbeke hecma wê mezin amade kiriye. *** Bêguman serhildan û şoreşa Simko ne tenê berhema Simko bi xwe ye. Ew bûyer û serpêhatî ji ber xwe ve nekelîne. Hemûyan bi Simko û di wextê Simko de dest pê nekirine û beriya Simko jî zincîrek serpêhatî, bûyer, serhildan û şoreşan rû dane. Dema ku Simko bûye desthilatdar û di herêma xwe de hevsarê şoreş û serhildanê girtiye destê xwe; wî pişta xwe daye gelek serpêhatiyên dîrokî yên beriya xwe ku xelekên zincîra wan serpêhatî, serîhildan û şoreşên beriya wî yên nîvco mane, temam bike","brand":"Nûbihar","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953534202186,"sku":"NU-004","price":13.89,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/simko-axaye-sikaki-u-tevgera-neteweyi-ya-kurd-1.jpg?v=1770414883","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/simko","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}