{"product_id":"sisirke-hesini","title":"Sîsirkê Hesinî","description":"\u003ch2\u003eSîsirkê Hesinî-Selîm Berekat\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cstrong data-start=\"0\" data-end=\"21\"\u003eKa bibêje zaroko!\u003c\/strong\u003e\r\n\r\nTe çi dîtiye, kambaxo? Her tiştî bibêje, her tiştî tazî bike! Toz û kulxanê bi ser serê me rake. Ka çîrçîroka Binxetê kitekit bi kitekit li ber çavan raxe. Tu zarok î, û em çi hêvîyê ji zarokekî dikin ji bilî ku xwelîya rastîyên Binxetê, wêranî bi wêranî, bi ser serê me de dake... De ka bibêje lo!\r\n\r\n\u003cstrong data-start=\"323\" data-end=\"458\"\u003eSîsirkê Hesinî, piştî bîst û çar salan, ji penageha zimanê Erebî vedigere hêlîna zimanê xwe ya ku Selîm Berekat neşîya pê binivîse,\u003c\/strong\u003e lê ew wekî deqeke hunerî û wekî vejîyandina hişê dîroka cihgeheke dilovan û dilsoj, mîna ku aniha hatibe nivîsandin, û ji bo xwendevanên ku Sîsirk bi Erebî nexwendiye dê sermestîyeke taybet pêşkêşî bike.\r\n\r\n\u003cstrong data-start=\"664\" data-end=\"703\"\u003eWexta ku em Selîm Berekat bixwînin,\u003c\/strong\u003e zaroktîya me dê ji nû ve dest bi zorbazî û desthilata xwe bike û hemû îzgehên nivistî dê ji nû ve hilperikin. Laşê qonaxê û sirûdên bêrîkirina bi şewat dê li ber pêlên efsûna nivîsandina hunerî û rasteqîn ber bi hestên westîyayî ve sernişîv bibin.\r\n\r\n\u003cstrong data-start=\"953\" data-end=\"992\"\u003eWexta ku em Selîm Berekat bixwînin,\u003c\/strong\u003e em ê karibin nivîsandina xweş û xweşik ji ya sade û kirêt cuda bikin û em ê hîn bibin çawa nivîskarek dikare bibe wijdanê gelê xwe û guwahê rûpelên dîroka wî?\r\n\r\n\u003cstrong data-start=\"1153\" data-end=\"1192\"\u003eWexta ku em Selîm Berekat bixwînin,\u003c\/strong\u003e em ê hîn bibin çawa dîroka xwe bi awayekî hunerî biafirînin û çawa wê dîrokê ji destê sextekar û cambazên peyva Kurdî rizgar bikin û şikestina xwe wekî vîyan û serhişkî û tolgirtin lê ne wekî kûrekûr û dilpêşewitandin, pêşkêşî cîhanê bikin.\r\n\r\n\u003cstrong data-start=\"1435\" data-end=\"1631\"\u003eBi pênûsa efsûnbêj a şahê nivîskarên zimanê Erebî Selîm Berekat û bi wergera kubar û herikbar a helbestkarê hêja Ehmedê Huseynî, êdî Sîsirka Hesinî bi çapeke duyem a birêkûpêk dibe malê Kurdî!\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên  \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/lis-yayinevi\/\"\u003eLîs Yayınevi\u003c\/a\u003e vir bitikînin\r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/selim-berekat\/\"\u003eSelîm Berekat\u003c\/a\u003e vir bitikînin","brand":"Lis Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953219465546,"sku":"LIS-155","price":7.63,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/sisirke-hesini-1.jpg?v=1770406589","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/sisirke-hesini","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}