{"product_id":"tarixa-meyafarqine","title":"Tarîxa Meyafarqînê","description":"\u003cstrong\u003e \u003c\/strong\u003e\r\n\r\nEv kitêba bi navê \u003cem\u003eTarîxa Meyafarqînê\u003c\/em\u003e, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu’l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye.\r\nEv kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh î girîng pêşkêşî me dike. Belkî ji navê kitêbê yê \u003cem\u003eTarîxa Meyafarqînê\u003c\/em\u003e tê gumankirin ku Îbnu’l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan\/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye.\r\nEw, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi‘ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.\r\nHerweha ew bi kurtî be jî li ser navçe û deverên ser Diyarê Bekir û hinek jî Diyarê Muder (Tor) rawestiyaye. Û carna jî şaxa xwe avêtiye heya Welatê Jorîn û Qafqasan; mîna Abxaz, Gurc û yên din jî. Çawa ku kêm-zêde tibabek agahî li ser dewleta Zengî û ya Eyyûbiyan jî daye.\r\nWî li ser dema Nûreddîn Zengî, rêwingiya ber bi Misrê ve ya Şêrkoh îbn Şadî û biraziyê wî Selaheddînê Eyûbî û rêwîtiya Necmeddîn Eyyûb ya dûvre jî agahiyên kurt dane.\r\nWeşanxaneya Nûbiharê, sala 2014an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî -bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî \u0026amp; Yusuf Baluken- weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurdî\/Kurmancî -bi wergera Emîn Narozî- diweşîne","brand":"Nûbihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954576191818,"sku":"NUBIHAR-309","price":20.81,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/tarixa-meyafarqine-capa-taybet-ozel-baski.jpg?v=1769532350","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/tarixa-meyafarqine","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}