{"product_id":"tozistan-romana-xendekan","title":"Tozistan - Romana Xendekan","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eTozistan - Romana Xendekan-Jan Dost\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nPiştî heftê û neh rojan şer qediya. Çend saetên din ez ê bikaribim êdî ji vê xelwetgeha xwe derêm û biçim mala xwe ya ku Niştimanê ji bo xewnên xwe li wê derê şer dikir. Ez ê biçim serdana mala xwe ya li taxa Yafesê û Niştimanê bibînim. Piştî çend saetên ez ê bayê ku ji hêla Cûdî û Gabarê hiltê û li ser çemê xemgîn digere bêhn bikim. Ez ê herdu pişikên xwe ji bayê giran î ku min bi mehan di vê xelwetgehê de dikişand paqij bikim. Çavên min wê dîsa bi taxa Nûrê bikevin. Ez ê biçim serdana Birca Belek û herim ser qebra Mem û Zînê. Ez ê li kenarên çem bimeşim û li xiştexişta pelên çinar û spîndaran guhdarî bikim, ez ê li dengê şalûl û qumrî û çivîkan guhdarî bikim, ez ê li dengê herikîna Dîcle jî guhdarî bikim û helbestên Cizîrî bixwînim. Ez ê li her koşeyekê li Niştimanê bigerim. Kî çi dizane! Tew belkî ew li min digere û em ê li koşeyek ji koşeyên vî bajarê tirsiyayî, serjêbûyî û binpêbûyî rastî hevdu werin!\r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003cstrong\u003eJan Dost\u003c\/strong\u003e   \u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/niviskar\/jan-dost\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\u003cstrong\u003e\r\n\u003c\/strong\u003e","brand":"Doz Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61117057499466,"sku":"doz117","price":15.49,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/tozistan-romana-xendekan.webp?v=1771312145","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/tozistan-romana-xendekan","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}