{"product_id":"wesyeten-wenda","title":"Wesyetên Wenda","description":"\u003ch2 class=\"product_heading\"\u003e\u003cstrong\u003eWesyetên Wenda- Mehmet Bûlût\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nHêrs bû ku pehîna xwe li beroşê bide, lê wekî ku destekî xeybanî bi lingê wî bigire, hema di ciyê xwe de sekinî.\r\n\r\nRûyê Çawîş mîna delavê goleke genî, bi careké kevz girt.\r\n\r\nHemî rik û nifrîn, ji ser rûyê wî dawerivi nava dilê wî.\r\n\r\nMeşka zikê wî zêdetir werimi.\r\n\r\nLi benda \"kilîta cennetê\" bû Çawîş. Bişirî, bi bişirîna wi re şev tarîtir bû. Paşê xwe da Besna û zarokan û meşiya odê. Bi gava ewil re destê xwe avet qiloçê simbêlên xwe û bada.\r\n\r\nBi zîqîna dengê derî re zarok li dora sifrê civiyan. Besna beroş dernexûn kir û şorba mayî bera leganê da. Ji ber tirs û xofa Çawîş, çi xwarin û vexwarin di nava zarokan de hebû, hemî mehiyabû û êdî deng bi rêviyên wan ketibû.\r\n\r\nMîna ku ketibin pêşbaziyê, kevçiyên wan dilopê şorbê li dû xwe rêz dikirin û di navbera devê wan û legana şorbê de diçûn û dihatin.\r\n\r\n \r\n\r\n ","brand":"Makpirtuk","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61204226507082,"sku":"jj002002","price":11.85,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Wesyeten_Wenda.png?v=1772140369","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/wesyeten-wenda","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}