{"product_id":"xewna-seveke-havine","title":"Xewna Şeveke Havînê","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eXewna Şeveke Havînê-William Shakespeare\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cdiv class=\"ozet\"\u003eXewna Şeveke Havînê, yek ji navdartirîn şanonameyên William Shakespeareê şanonûs, helbestkar û ekterê Îngilîz, li jêr rêza pirtûkan a bi navê Şano, Hemû Lîstikên Wî, bi wergera Kawa Nemir, wekî yek ji parçeyên hemû berhemên William Shakespeare û berhema duyemîn a vê rêzê, ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hat weşandin.Xewna Şeveke Havînê ya ku yek ji şanonameyên Shakespeare e, yên ku herî zêde hatine lîstin û têne lîstin, di sala 1597'an de hatîye nivîsîn û tevî hatûçûya geş û gurr a qerekterên tê de şanonameyeke bizavdar û gelekî komîk e. Her wiha, bi zimanekî sade jî êş û jana dildaran bi vî rengî dide xuyakirin:\r\n“Hin kes çawa dikarin ji kesên din bextewartir bibin?!Li seranserê Atînayê dibêjin ku ez bi qasî wê bedew im.Lê bi kêrî çi tê? Demetrius wilo nafikire,Heta ku çewtîyê bike, bibe mirîyê çavên HermiayêÛ ez jî wiha bi hemû tiştên wî rayî bim,Ew ê ji tiştê ku nas dike û pê ve tiştekî din nas neke.Evîn dikare tiştên ji dera hanê yî rûreş î virtîvalaTê xe dilqekî din, rûmetê bidîyê.Evîn bi çavan nanihêre, bi xeyalan dinihêre,Lewma Cupidê baskdar kor tê nîgarkirin.Evîn nizane bisekine û hizir bike,Baskên wê hene, çav nînin li ser, ber xwe nabîne difire.Lewma jî dibêjin, Evîn zarokek e,Ji ber ku di hilbijartinê de pirr caran tê xapandin....”\r\nXewna Şeveke Havînê ya ku William Shakespeareê gewre ew çar sed û hejdeh sal berê nivîsîye, yek ji parçeyên zêrîn ên gerdûna şanoya Shakespeare e, yên ku li hemû cîhanê navdar in. Xewna Şeveke Havînê, ku Shakespeare tê de çîroka xwe ya mirovan û cin û perîyan ji çavkanîyên dîrokê û ji zargotina gelê xwe tîne, êdî bi zimanê Kurdî yê dewlemend, li ber dest e!.\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/lis-yayinevi\/\"\u003e\u003cstrong\u003eLîs Yayınevi \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin\r\n\r\nJi bo hemû berhemên  \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/william-shakespeare\/\"\u003e\u003cstrong\u003eWilliam Shakespeare \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin\r\n\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Lis Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60949121401162,"sku":"LIS-159","price":10.11,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/xewna-seveke-havine.jpg?v=1769464836","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/xewna-seveke-havine","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}