{"product_id":"xwezi-bi-wan-rojan","title":"Xwezî Bi Wan Rojan","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eXwezî Bi Wan Rojan- İsmail Dindar\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cspan class=\"fontstyle0\"\u003eMin bêrîya hevalên xwe kiribû û min mitaleya\r\nwelatên ku lê dijîyan dikir. Fotografên xwe ji me re\r\ndişandin, di kasetan de, qala rê, dar û mirovên wan\r\nderan dikirin lê tu tişt cihê hevdîtina rû bi rû û hembêzkirina hev nedikir.\r\nMin bêrîya hêkên boyaxkirî yên di roşanên\r\nsuryanîyan de didan me kiribû, malên wan her tim\r\npaqij û xwarina wan jî xweş bû. Zû bi zû bi kesî\r\nre pev nediçûn û bi aramî, bi zîzî karê xwe dikirin.\r\nXwedîyê rewişteke hilberîner û sinceke mirovane\r\nbûn.\r\nMin bêrîya civatên êzîdîyan kiribû. Pirteqalên\r\nherî xweş ên dinyayê, pirteqalên ku êzîdî di batizmîya\r\nxwe de didan me bûn. Goşt û savar û di ber re tirşik,\r\nxweştirîn xwarina vê cîhanê bû. Roşanên wan mîna\u003c\/span\u003e\u003cspan class=\"fontstyle2\"\u003e\r\n\u003c\/span\u003e\u003cspan class=\"fontstyle0\"\u003edawetê, dawetên wan mîna roşanê bûn.\u003c\/span\u003e\r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\u003cdiv\u003eJi bo hemû berhemên  \u003cstrong\u003eMori Zarok \u003c\/strong\u003e\u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/mori-zarok\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\n\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\r\n\r\nJi bo hemû berhemên   \u003cstrong\u003eİsmail Dindar \u003c\/strong\u003e\u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/ismail-dindar\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\r\n\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Morî","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953980567882,"sku":"MORI-05","price":5.81,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/xwezi-bi-wan-rojan.png?v=1769527180","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/en\/products\/xwezi-bi-wan-rojan","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}