{"product_id":"berxvan","title":"Berxvan","description":"Tariyê erd hilçinand. Şevereş. Zom razabu. Tenê qîzeke cahil nikarîbû raza, xewa wê teqîsî bû. Ewê şingîna bayê zirav nedibihîst ku konê bavê wê nerm dihejand. Qîza nezan tenê balansa dilê xwe yî bêsebr dibihîst.\n Ew fesal ji nivîna xwe derket ber bi zinarê nêzîk ve çû.\n Qerewilê nezan, apinciyê reş li ser milan, li hêviya wê bû.\r \n– Xwe bide ber sînga min, kafirê, em hevdu hemêz bikin, qet xeber nedin, heta sibê… Vî cureyî ti kes pê nahese, – wî got.\n – Ax, dinya çire ewqas teng e, tenê wek ciyê mezelekî erd ketiye para me?!\n Na, ciyê me teng nîn e, – sebra dilê min, ev ciyê hana bo dilê min deşteke bêserobin e, kewşen e, Çayîr çiman e. Ew tev nikarin dilê min î har cîwar bikin, nikarin dilê min zeft bikin, tenê li vir dilê min tê rayê. Ti kes me nabîne, ti kes bi me nahese…","brand":"Weşanên Belkî","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953548751178,"sku":"belki63","price":7.28,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/berxwan-1.jpg?v=1770416346","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/berxvan","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}