{"product_id":"bira-bira-min","title":"Bîra Bîra Mın","description":"\u003cdiv class=\"product-detail\"\u003e\r\n\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eBîra Bîra Mın - Gérard Chaliand\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e\r\n\u003cdiv\u003e\r\n\r\n“Aniha ku hemû mirine, dem dema bibîranînê ye. Ez bixwazim nexwazim, ez dûndeyê\r\nmiletekî qirkirî me, dûndeyê welatekî ku tiştek nemabû ji ser nexşeyên cîhanê bihata\r\ndûravêtin. Demeke dirêj rihê min ji rûyên wan jinepîran diçû, jinepîrên bi reş pêçayî ku\r\nhema rojên berê, rojên malwêraniyê, dubare dikirin.\r\n“Berbang dê bê gava berbang ji min re nemîne. Aram, hesp û mehînên dinyaya kevin li\r\nbinçengên deştê diçêrin.”\r\nGérard Chaliand\r\n\r\nGérard Chaliand helbestvan e û pisporê jeopolîtîkê û şerên gerîlayî ye û li cîhanê pir\r\nnavdar e. Wî demeke dirêj nexwest barê komkujiya ermenan a sala 1915an bide ser\r\nmilê xwe, komkujiya ku malbata wî, ji aliyê bavê wî, hat qetl û qirkirin.\r\nEv çîrok Bîra bîra min di navbera salên 1978an û 2002an de hat nivîsandin û ew bi\r\ndehên zimanan derketiye.\r\n\r\n\u003c\/div\u003e\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61149880222026,"sku":"avesta617","price":7.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/bira-bira-min.webp?v=1771594447","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/bira-bira-min","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}