{"product_id":"genco","title":"Gênco","description":"\u003ch1\u003eGênco-Ali Kemal Çınar\u003c\/h1\u003e\r\n‘Di salên dawîyê de min pirtûkeke wisa nexwendî bû, hêvî dikim çareke din pirtûkeke wisa dernekeve.’\r\n\u003cstrong\u003eNew Amed (rojname)\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n‘Hûn ê vê pirtûkê ji destê xwe bernedin ji ber ku di berga pirtûkê de mezelox heye.’\r\n\u003cstrong\u003eXelîl Ronî (nivîskar)\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n‘Min dema Gênco nas kir xew li min herimî, ez ditirsim Gênco ji nişkê vê ji derekê derkeve pêş min.’\r\n\u003cstrong\u003eBerîvan Spî (rojnameger)\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n‘Ji vê pirtûkê bi dûr bikevin.’\r\n\u003cstrong\u003eSala Dawî (hunermend)\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n‘Rojekê min pirtûkek xwend û jiyana min guherî, lê ew ne Gênco bû.’\r\n\u003cstrong\u003eHêja Qayil (bijîşk)\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n\u003cstrong\u003eAli Kemal Çınar\u003c\/strong\u003e li Amedê hate dinyayê. Di sala 2004an de kurtefîlmê xwe yê yekemîn kişand. Bi tevahî derhêneriya deh kurtefîlman kir û sinaryoyên wan nivîsandin. Di 2013an de yekemîn filmê xwe yê metrajdirêj kişand ku di bin bandora tecrubeyên kurtefîlmên wî de mabû. Filmê \u003cem\u003eVeşartî\u003c\/em\u003e ku di 2015an de kişand, di 15emîn Festivala !f İstanbul de “Xelata Fîlmê Herî Baş” û di beşa SIYADê de jî dîsa “Xelata Fîlmê Herî” Baş stand. Heman fîlmî di  28emîn Festîvala Queer ya Hamburgê de Xelata Juriyê ya Mezin wergirt. Di 2017an de bi navê Gênco sêyemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj kişand û di 28emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Ankarayê de “Xelata Fîlmê Herî Baş” bi dest xist. Di sala 2018an de bi fîlmê \u003cem\u003eDi Navberê De\u003c\/em\u003e ji Pêşbirka Netewî ya 2018an Xelata Jurîyê ya Taybet û ji 5emîn Festivala Duhokê ya Navnetewî ya Fîlman jî “Xelata FIPRESCI” stand. Di 2019an de bi navê \u003cem\u003eBerîya Şevê\u003c\/em\u003e fîlmek din jî çêkir. Ali Kemal Çinar hê jî fîlman dikişîne.\r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003cstrong\u003eDara Yayınları \u003c\/strong\u003e\u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/wesanxane\/dara-yayinlari\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\u003cstrong\u003e\r\n\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n \r\n\r\n ","brand":"Dara Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61160336949578,"sku":"dara124","price":11.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/genco.png?v=1771709642","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/genco","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}