{"product_id":"islam-u-nasyonalizm-di-kurdistane-de","title":"Îslam û Nasyonalîzm Di Kurdistanê De","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eÎslam û Nasyonalîzm Di Kurdistanê De Agahî\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nEm ayinê weki bûyereke civati dibînin, ku komek erkên civatî tê de hene. Ayîn intîma\/aîdîyet û welayekî dîyarkiri û taybet ji bo takekesan diafirîne. Her wiha xwedi rol e di anîna meydanê ya rewseke civati ya taybet de. Pirsa me li ser vê behsê ew e; gelo ev intima û welaye li gel intimayên din yên neteweyî û nistimanî, ne diji hev e? Gelo perwerdeya neteweyî û ayîni heta çend bi hev re diguncin û teba ne, yan heta çend dewrê bedilê hevûdu dibin? Bêguman pirs û gera li pey wê ku ayîn çi wezifeke intimayi û perwerdeyî dileyze, xalek e ku di çarçoveya zanist û civatan de tesîr li ser dike.\r\n\r\nRola din di diyarkirina nasnameya takekesî de nayê inkar kirin. Ayîn hem yekser e û hem perçeker, ji ber ku pirsa: em kê ne, çi ne û ew kê ne û çi ne? di sîstema ayînê de wedîyê bersiveke dîyarkiri ye. Ji bili vê jĩ, muhtemel e intîmaya ayînê, piranîya caran, bibe sebebê bihêzkirin yan perçekirina nasnameya neteweyi.","brand":"Peywend Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61104838148426,"sku":null,"price":13.95,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/islam-u-nasyonalizm-di-kurdistane-de.png?v=1771171995","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/islam-u-nasyonalizm-di-kurdistane-de","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}