{"product_id":"kirasso","title":"Kirassho","description":"Li ser kirasşo rûniştî bûm, li ser kevirekî reş ji Qerejdaxê, dîkê li ber lingên wê sar bû êdî nema diperpitî, xwîn pijiqîbû ser solên wê yê kesk ên nylonî, deq Deqî dixuya mîna deqên berê. Dû re awirên min ber bi cayê ve çûn, min li ber cayê mêze dirt ji bilî hêşînatiyê, bûkên ask û pinkî, çîçekên xerdelê ên zer dixuyan. Keçikek heft heşt salî li ber çend kar û berxan bû. Du kar ketibûn lîstikek şanogerî bi hev re dilîstin, berxên mîna berfê spî sewin jî di nav hêşinatiyê de wenda bûn. Li taxa kirasşo, zarokan di Çayê de bendek çêkiribûn û avjenî sewin. Du zarok bi nav erdê nokan ketibûn, firîk radikirin, bi zorê dihatin dîtin, wisa tazî bûn wek di rengê axê de bin, wenda bûn. Bayekî hênik ji çiyayên jor, ji zozanan hat pêşiyê spîndar dû re guliyên dara hêjîrê leqi¬yan, kulîlkên hinarê ên rengxweş bi ber bê ketin û ew bayê xweş bi nav gova nailirbiyê ket û li ser kirasşo rûyê min alast.","brand":"Lorya Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954283311434,"sku":"LORYA7","price":3.86,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Kirasso.jpg?v=1769529469","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/kirasso","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}