{"product_id":"lehiya-dili","title":"Lehiya Dilî","description":"\u003ch2\u003eLehiya Dilî - Husên Arif\u003c\/h2\u003e\r\nMin jî wek wan hemû dilan, siwarî baskê xweşbextiyê bûbû. Bi dîtina wê siruşta rengîn rûgeş dibû, digel xweşî û kêfxweşiya hevrêyên derdora xwe digirnijî û digel keniyên wan, ew jî têra xwe û ji dil ve dikeniya. Ji ber ku rast wek wan, dilê min jî ew xem û kovanên temenê xwe yê şazdeh saliyê dabûne aliyekî û ji bîr kiribûn. Lê dîsan jî wê rojê dilê min heta dawiyê wisa jê re neçû serî. Belku gelek zû kete nav xem û xeyalên temenê xwe û bi awayekî gelek zeq, tûj û bibandor ew xembarî dît ji dûriya tenê çend bihustan ve.\r\n\r\nHusên Arif piştî Revdegurgê, vê carê bi dirêjeçîrokeke evînî li deriyê xwînerên kurmancî dide. \u003cstrong\u003eLehiya Dilî\u003c\/strong\u003e ya ku cara ewil sala 1957an di bîst û yek saliyê de hatiye nivîsîn, hem bi nivîsîna xwe ya pêşwext û hem bi mijar û vegotina xwe ya xurt, xelekeke muhim ji dîroka çîroknivîsîya kurdî pêşkêş dike.\r\n\r\n“Me ti nivîskarekî din mîna \u003cstrong\u003eHusên Arif\u003c\/strong\u003e nîne ku em bikarin navê wî danin çîroknivîsê hestên mirovî yên sade, çîroknivîsê mirovên bi tenê mayî.” ‒ \u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/niviskar\/bextiyar-eli\/\"\u003e\u003cstrong\u003eBextiyar Elî\u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003e\r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên  \u003cstrong\u003ePall Weşan \u003c\/strong\u003e\u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/wesanxane\/pall-wesan\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\u003cstrong\u003e\r\n\u003c\/strong\u003e","brand":"Makpirtuk","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61204226376010,"sku":"pall0012","price":8.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/lehiya-dili.jpg?v=1772140365","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/lehiya-dili","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}