{"product_id":"selika-cirokan","title":"Selika çîrokan","description":"\u003ch2 class=\"ozet\"\u003e \u003cstrong\u003eSelika Çîrokan-Muzeyyen Sağnıç Epözdemir \u0026amp; Bedirxan Epözdemir\u003c\/strong\u003e\n\u003c\/h2\u003e\r \nÇîrokên ji bo zarokan girîng in. Di rewşeke bêdewletbûn, bê dibîstan, bê perwerdeyî de, ango ji bo zarokên kurdan girîngiya wê dubare ye. Zarokên kurdan di bin dagirkeriya dewleteke nîjadperest de, bi de qedexebûna avakirina de, ji neçarî dibîstanan de xwendin û nivîsandina zimanê xwe ê netewî fêr nebûn, zimanê netewa serdest a Fermî di dibîstanên dewleta dagirker de fêr bûn.\n\n Belê, zarokên kurdan di 7 saliya xwe de zimanê fermî ê dewleta dagirker fêr bûn û dibin. Alfabe û tevahiya pirtûkên dibîstanê bi tirkî ne. Paşê pirtûkên çîrokên ji bo zarokan jî bi tirkî bû. Here you go, pirtûkên çîrokên zarokan ên bi kurdî tunebû. Niha herçiqas rewşa dibîstanan û perwerdeya fermî wek berê bidome jî, ji derê dibîstanan nivîskarên kurd pirtûkên ji bo zarokan dinivîsin û weşanxaneyên kurdan ew diweşînin.\n\r \nÊdî zarokên kurdan bi kurdî dikarin pirtûkên ji bo zarokan hatine amadekirin û çîrokên ku ji bo zarokan hatine nivîsandin bixwînin. Heta kesên mezin jî ku di zaroktiya xwe de pîrtûkên çîrokên zarokan nexwendine, bi dilxweşî dikarin pirtûkan bixwînin. Min bi xwe jî di bisûkiya xwe de qet pirtûkên kurdî ên ji bo zarokan nedîtibû û nexwendibû, lêbelê niha weke zarokek ez pirtûkên zarokan dixwînim.\n\n Dema min pirtûkek got min\n\r \nXanim Muzeyyen Sagniç Epozdemîr keça nivîskar û lêkolînvanê hêja, kurdê welatparêz Feqî Huseyîn Sagniç e. Maşallah keça wî û herdu kurên wî Azad û Ferhad Sagniç, hersê jî bûne nivîskar. Paşê werin ser newiyê wî jî rojnamevan, nivîskar û analîzvan e.\n\n Pirtûka “Selika Çîrokan” di nav weşanên “Doz”ê de li Stenbolê derketiye. Pirtûk 54 rupel. Pirtûk bi wêneyên rengîn li gor naveroka çîrokan hatiye xemilandin. Bi vî awayî, hûn dikarin xwe biparêzin. Ez ê naveroka şeş çîrokan na, lê sernavê çîrokan binivîsim û behsa naveroka çîrokek bikim. Naveroka pênc çîrokên dîn jî bila wek meraq bimîne ku xwendevanên mezin û zarokên kurd wê bikirin û bixwînin.\n\r \nSerrnavê şeş ​​çîrokan ev in: 1 – Kumsorê, 2 – Gurê Dengbêj, 3 – Gengbêjên Bajêr, 4 – Dûvê Mamê Rovî, 5 – Mamê Rovî û Tiriyê reş, 6 – Gur û Rovî bûn heval. Helbesta ku di dawiya pirtûkê de bi cîh bûye sernavê wê “Serxwebûna Mirîşkan” e. Helbest a Cigerxwîn e. Bi vî awayî, her carê ku hûn dixwazin jê xilas bibin, hûn ê demek xweş derbas bikin.\n\n Di pêşgotina pirtûkê de herdu nivîskar diyar ku; wan van çîrokan ji bo zarokên 4 – 9 salî amade kirine, lêbelê mezin jî dikarin bixwînin. Herdu nivîskaran ji bo ku çîroka sivik û bêne xwendin a zimanekî hêsan û li gor pedagojiyê nivîsandine û wêneyên baldar bijartine. ew hêvî sew ku; Kurteçîrokên pirtûkê çi ye, tama çîrokan, bi zimanê dayikê bide zarokên kurd.\n\r \nMin diyar ez ê behsa naveroka çîrokek bikim. Min çîroka herî kin\/kurt hilbijart. Di nav netewa kurd de gotinên pêşiyan gelek in, yek ji wan jî gotina “Rovî têr e, tirî tirş e.” Home gotina pêşiyan gotineke pir mane ye. Heger mirov dûr û kûr li ser bifikire, ji vê gotinê gelek tişt derxe. Piraniya gotinên peşiyan a çîrokan têne gotin. Yanî tu hatî cihê rast.\n\n Çîroka gotina pêşiyan a bi sernavê “Rovî têr e, tirî tirş e.” Di pirtûka “Selika çrokan” de çîroka bi sernavê “Mamê Rovî û Tiriyê Reş” da hatiye rave kirin. Çîrokek bi kurtahî weha; Rojeke Mamê Rovî birçî bûye û li xwarinê othergere. Lêbelê tişteke xwarinê nabîne. Ew birçî, belengazî û bêhêvî othere, ji nîşka ve dibîne ku li ser hinzêla mêwan, tiriyê reş weşî, weşî zeliqîne.\n\r \nMamê rovî li tiriyê mêze dike av ji devî dîçe. Ew ji xwe re dibêje; “Yeqîn home tirî gelek xweş e, ji rengê wî xuya ye ku wekê hingiv e. pêwîste ku ez têra xwe van tiriyên xweş bixwim.”\n\n Rovî bi kêf diçe di binê dêliya tirî de disekine. Ji bo ku weşiyek jêke radibe ser herdu piyên xwe ên paşî. xwe bild dike, serê xwe dirêj dike, lê nagîşe weşiya tiriyê. Ew dibîne ku nikare xwe bigihîşîne weşiya tiriyê, dev jê ber dide û bi daxwaza xemgîniyê li tiriyê dinêre û axîn dikşîne, dibêje: “Yeqîn ev tirî jûr e, ne yê xwarinê ye.” Ew dê ji tiriya tirş chi bike. Wate ya vê çîye.\n\n Gotina bav û kala ku dibêjin “Gava devê rovî nagihêje tirî, dibêje tirşe.”\n\r \nYa herî girîng ew e ku mafê we heye ku hûn li helbestan guhdarî bikin \u003cstrong\u003e\u003cem\u003e,\u003c\/em\u003e\u003c\/strong\u003e tiştên çêtirîn ku hûn dikarin bikin. A taybetî hevaltiya Gur û rovî comekêş e. Û ê pirtûkê bikirin û bixwîne, min ew xwend, hûn jî bixwînin.","brand":"Doz Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60949143748938,"sku":"DOZ-038","price":7.79,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/selika-cirokan.png?v=1769465202","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/selika-cirokan","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}