{"product_id":"yekaneyi","title":"Yekaneyî","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eYekaneyî - Balsam Karam \u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nJinek li keça xwe digere. Ew li ser rêya ber peravê, li wê dera ku keça wê berê lê kar dikir, li wir lê digere. Heta ew ji êş û xemên xwe dîn dibe, li ser wê rêyê diçe û tê. Her li keça xwe digere.\r\n\r\nÛ jineke din, zarokeke mirî di zikê wê de, li ser heman rêya ber peravê dimeşe û dibîne ku jinek xwe çeng dike nav avê. Piştî vê bûyerê heta ji wê tê li ber xwe dide da zaroka wê ya mirî ji zikê wê dernexin. Jina ku zaroka xwe winda kiriye, li ser windakirinên dêya xwe difikire: windakirina zimanekî, ya welatekî, ya nasnameyekê.\r\n\r\nRomaneke li ser êş, koçberî û dayiktiyê ji nivîskara kurd Balsam Karamê. \u003cem\u003eYekaneyî\u003c\/em\u003e ya ku bi vegotina xwe ya tebeqeyî, zivronek û metelhêl li gelek welatan bi heyecan û pesndariyeke zêde hat pêşwazîkirin, bi wergera Robîn Şahîn êdî bi kurdî ye.\r\n\r\n“Zimanê dijwar ê Balsam Karamê xwendevanan ji kûr ve dihejîne.”\r\nViola Bao, \u003cem\u003eDagens Nyheter\u003c\/em\u003e\r\n\r\n“Balsam Karam yek ji dengên herî orîjînal û awarte ye ku heta niha ji Skandînavyayê derketiye. Hûn dê bîst deqeyan piştî qedandina romanê pê bihesin ku pirtûk di destê we de, hûn hîna wisa rûniştî, sekinî mane.”\r\nFredrik Backman\r\n\r\n‎\r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/wesanxane\/pall-wesan\/\"\u003e\u003cstrong\u003ePall Weşan \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin\r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/backup.makpirtuk.de\/niviskar\/balsam-karam\/\"\u003e\u003cstrong\u003eBalsam Karam\u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003e vir bitikînin","brand":"Pall Weşan","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61185920532810,"sku":"PALL18","price":12.75,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/yekaneyi.png?v=1771976985","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/ku\/products\/yekaneyi","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}