{"product_id":"dagirkirina-taritiye","title":"Dagirkirina Tarîtîyê","description":"\u003ch2\u003eDagirkirina Tarîtîyê-Bextiyar Elî\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cstrong data-start=\"124\" data-end=\"156\"\u003eZimanê Kurdî û Terorê Sîyasî\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n\u003cstrong data-start=\"158\" data-end=\"309\"\u003eLi destpêkê, Wezîrê Tendirustîyê yekem kes bû hizir kir wergêrekê kurdîyê peyda bikin û hewl bidin tê bigihin çi derdek bi serê vî mirovî da hatiye\u003c\/strong\u003e, û berê çi kar dikir û di çi şert û mercan da tûşî vê nexweşîyê bû. \u003cstrong data-start=\"378\" data-end=\"445\"\u003eLê hemû dizanin anîna navê zimanê kurdî û axiftina pê qedexe ye\u003c\/strong\u003e. Ew bi xwe mirîdê rêbaza \"Alparslan Turkeş\"ê bû, bawerîya wî nebû zimanekê wisa û neteweyekê wisa heye. \u003cstrong data-start=\"550\" data-end=\"635\"\u003eNiha here bigere û bilûbîne kesekî jê ra peyda bikin karê tercimanîyê jê ra bike!\u003c\/strong\u003e\r\n\r\nKarekê wisa ne layiqî rêzdar wezîrî bû. \u003cstrong data-start=\"677\" data-end=\"771\"\u003eWezîr hema ku navê \"kurd\"ê bihîst, rasterast mesele wek pirsgirêkeka sîyasî ya xofdar zanî\u003c\/strong\u003e. Baş dît ji bilî pizîşk û dermansazan, hin kesên ku pisporên ewlekarîya neteweyî ne jî û ji metirsîya wî derdî tê digihin, werin nav pirsgirêkê.\r\n\r\n\u003cstrong data-start=\"918\" data-end=\"997\"\u003eBi bihîstina navê kurd, rewşa Serokkomar Admîral Fahri Koruturk jî têk diçû\u003c\/strong\u003e. Her carekê ew nav dibihîst, divabû piştî wê hebeka serêşê bixwe. Çimkî Admîralî jîyana xwe ya leşkerî li ser deryayê derbas kiribû, tiştekê zêde li ser rewşa wan gundên kavil û xopan ên rojhilatî nizanîbû. \u003cstrong data-start=\"1205\" data-end=\"1322\"\u003eXwe wek nûnerê wê Tirkîyayê hesêb dikir ku li raserî deryayê ye, Tirkîyaya ku diçe dûr û awira xwe li dûr vedide.\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003cstrong data-start=\"809\" data-end=\"909\"\u003eWeşanên Neqşê \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/wesanen-neqse\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\r\n\u003c\/strong\u003eJi bo hemû berhemên \u003cstrong data-start=\"809\" data-end=\"909\"\u003eBextiyar Elî \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/bextiyar-eli\/\"\u003evir bitikînin\u003c\/a\u003e\u003c\/strong\u003e\r\n\r\n\u003cspan style=\"font-family: Verdana;\"\u003e \u003c\/span\u003e","brand":"Weşanên Neqşê","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954125173066,"sku":"SILER-01","price":33.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/dagirkirina-taritiye.webp?v=1769527701","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/dagirkirina-taritiye","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}