
Teslim alma kullanılabilirliği yüklenemedi
Di edebiyata Kurdî de eşqeke efsanemawî: Evîna Zembîlfiroş û Gulxatûnê.
Ev berhem xebateke berfireh û hûrgilî ye ku li ser serpêhatiya destanî ya Zembîlfiroş û Gulxatûnê rawestiye.
Azîz Samur, di vê xebatê de dide pey şopa lehengên destanê û bi awayekî lêkolînerî koka dîrokî, edebî û folklorî ya vê çîroka eşqê vedikole. Bi vê berhemê re, xwendevan ji edebiyata cîhanê ber bi Rojhilatê ve û di nav wêjeya Kurdî de destanên eşqê, taybetmendî û naverokên wan nas dike.
Di berhemê de bi hûrgilî li ser van pirsan rawestîye:
Serpêhatiya Zembîlfiroş û Gulxatûnê li ku derê û kengê qewimiye?
Cara yekem ji aliyê kîjan hozan û edîbên Kurd ve hatiye nivîsandin?
Dîroknas û kurdologên Kurd vê rûdanê bi çi rengî şîrove kirine?
Motîfên destanê bi kîjan destan û hîkayeyên eşqê yên cîhanê re hevbeş in?
Xwendevan dê bersivên van pirsan bi awayekî zelal û belgeyî di berhema Destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê de bibîne. Herweha, guhertoyên herî girîng ên destanê jî bi awayekî berfireh hatine şopandin; guhertoya Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî û Mûradxanê Bayezîdî di berhemê de cihê xwe yên girîng girtine.
Ev xebat ne tenê çîrokeke eşqê ye, lê lêkolînek akademîk û folklorî ye ku destana Zembîlfiroş û Gulxatûnê di çarçoveya wêjeya cîhanî de bicîh dike.
Ji bo lêkolînerên kurdolog, meraqlarên edebiyata gelêrî û xwendevanên wêjeya Kurdî, ev berhem berhemeke giranbiha û bingehîn e.
| Weşanxane | Nûbihar |
| Nivîskar | Azîz Samur |
| Rûpel | 248 |
| Sal | 2015 |
| Ziman | Kurmancî |
| Pîvan | Destana Zembilfroş û Gulxatûn- Azîz Samur Di edebiyata Kurdî de eşqeke efsanemawî: Evîna Zembîlfiroş û Gulxatûnê . Ev berhem xebateke berfireh û hûrgilî ye ku li ser serpêhatiya destanî ya Zembîlfiroş û Gulxatûnê rawestiye. Azîz Samur , di |
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Yeni ürünler ve yaklaşan indirimler hakkında en son güncellemeleri alın.
Abone olduğunuz için teşekkürler!
Bu e-posta kaydedildi!
| Ürün | Stok Kodu | Tanım | Koleksiyon | Kullanılabilirlik | Ürün türü | Diğer ayrıntılar |
|---|