{"product_id":"destpeka-edebiyata-kurdi","title":"Destpêka Edebiyata Kurdî","description":"Welê dixuye û tê zanîn ku xebat û tevgerên edebî yên Mehmed Uzun, bi qasî romannivîseriyê di warê lêgerîn û lêkolînên edebiyat û çanda kurdî de jî berbiçav in. \u003ci\u003eDestpêka Edebiyata Kurdî\u003c\/i\u003e, di warê lêkolînên edebiyata kurdî de gaveke hûr û kûr û nûjen e.\r\n\r\nMehmed Uzun di vê kurtelêgerê de, li ser edebiyat, nivîskar û şahîrên herçar parçeyên kurdistanê yên xuyayî û nexuyayî ne radiweste û bi zimanekî sade û herikbar yê edebî qala wan, xebatên wan û berhemên wan dike. Edebiyata Kurdî mixabin ku gelekî wext her êş û azar kişandiye û bêgav maye, lê belê tevî vê yekê hemû kesp û kosp, keft û leftên hewçend dijwar dane pey xwe û heya roja me hatiye û hêviyeke xurt bi xwe re aniye.\r\n\r\n\u003ci\u003eDestpêka Edebiyata Kurdî\u003c\/i\u003e, heye ku mîna berhemeke kin û kurt bixuye; lê belê ew bi naverok û agahiyên ku di nava xwe de hewandiye, hêja û balkêş û dagirtiye. Ew dê bi van taybetmendiyên xwe her tim rewacdar be û herweha ew dê rê li ber nivîsar û xebatên akademîk yên edebiyata kurdî veke.\r\n\u003cdiv class=\"ddict_btn\" style=\"top: 38px; left: 838.239px;\"\u003e\u003c\/div\u003e","brand":"Sel Yayıncılık","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954282099018,"sku":"SEL5","price":7.44,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/destpeka-edebiyata-kurdi.jpg?v=1769529440","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/destpeka-edebiyata-kurdi","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}