{"product_id":"efsuna-welate-min","title":"Efsûna Welatê Min","description":"“Ez û dayika wê, em pê re çûbûn heta termînalê. Bi maç û hembêz me ew heta nava\r\notobêsa wê oxir kiribû. Otobêsa wê diviya rabûba lê ranebûbû, mabû. Li benda hatina\r\nkesekî bû. Em li derve, li ber otobêsê, Gulperîka min di hûndurê wê de, dêmên rûyê wê bi\r\ncamê ve zeliqî, bi çavên şil li min û dayika xwe dinêrî. Dayika wê jî wekî wê digiriya. Min jî\r\ndixwest ez bigirîm û agirê di nava dile xwe de bi hêstirên çavên xwe sar bikim. Lê min pêlî\r\ndilê xwe dikir û ez nedigiriya. Ew dêmên wê yên dagirtî yên sorik ku bi cama otobêsê ve\r\nzeliqandî, xwestekeke har û dîn xiste dilê min. Xwesteka ku ez herim cara dawî wê bigirim\r\nber hembêza xwe û ramûsînim. Her çû dîn û har bû. Xwe da ser tevayê êş û derdan û xwe\r\nli tevayê hebûna min rapêça û zeft kir.\r\nLê, li hember wê car din jî min xwe zeft kir, şidand û şidand. Min xwe ji kirina wê girt. Ez\r\nfikirîm ku eger ez vê bikim, ez dê çûna Gulperîka xwe ji bo wê zehmetir bikim. Min ji xwe\r\nre ew heq nedît.\r\nLê va ye, hêj jî agirê wê xwesteka min a bêmirazmayî di dilê min de. Hêj jî wekî xwe û wê\r\ngavê bi tîn, har û şewat, dîn.”\r\n\r\n \r\n\r\n ","brand":"Aram yayinevi","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953594331466,"sku":"ARAM-050","price":10.07,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/efsuna-welate-min.jpg?v=1770426479","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/efsuna-welate-min","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}