{"product_id":"heft-hesp-teyr-ruh-av-u-agir-deh-mijar-ji-zargotina-kurdi","title":"Heft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eHeft, Hesp, Teyr, Ruh, Av û Agir Deh Mijar Ji Zargotina Kurdî\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cdiv class=\"product-detail\"\u003eEv xebat keda deh salan dihewîne. Bi gelek mijarên xwe, di nav xebatên Kurdî de dibe ku nimûneyên ewil bin.\r\nNimûneyên destanî, mîtolojik, çîrokî, olî herwisa nimûneyên ajalên taybet yên ku çîrok û destan û baweriyên Kurdan xemilandine, bûne mijara vê xebatê.\r\nMijara hespê di destan, çîrok û mîtolojiya Kurdî de çawa hatiye honandin û herwisa di edet û kevneşopiyên Kurdî de çi temsil dike, dûr û dirêj behsa wê hatiye kirin.\r\nHerweha behsa teyr û balindeyên ku bûne mijara gelek destan û çîrokan jî hatiye kirin.\r\nAv û agir wek du sembolên girîng bûn û di nav bîr û baweriyên Kurdan de cihekî taybet digirtin. Hebandina av, agir û ruhên pêşiyan jî dîsa beşeke taybet ya vî kitêbê ye.\r\nÇend lehengên efsanewî, tarîxî jî wek Rostem, Siyaweş û Zembîlfiroş jî bûne mijara vê kitêbê.\r\nDi kitêbê de têra xwe nimûneyên zargotinî û çandî hatine bikar anîn.\r\nBi zimaneke zelal û rewan, bi mijarên xwe yên taybet û bi nimûneyên dewlemend xwendekar dikare derkeve geryaneke cîhana çanda Kurdî ya manewî û lezetekî xweş ji vê kitêbê bigire.\u003c\/div\u003e","brand":"Nûbihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61160477589834,"sku":"nubihar391","price":15.52,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/heft-hesp-teyr-ruh-av-u-agir-deh-mijar-ji-zargotina-kurdi.webp?v=1771710680","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/heft-hesp-teyr-ruh-av-u-agir-deh-mijar-ji-zargotina-kurdi","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}