{"product_id":"hikyated-cimeata-kurda-2","title":"Hikyatêd Cimeata Kurda 2","description":"Lêkolîner û pispor û hostayê zargotina kurdî Hecîyê Cindî ji malbateke êzidîyên Qersê ye. Ew di 1908an de li gundê Emançayira ser bi qeza Dîgora Qersê ji dayik bûye. Ew hem li Erîwanê û hem jî li tevahîya Sovyetê di warê zargotina kurdan de gelek çalak û aktîf e. Di vî warî de nêzîkî sed berhemên wî hene.\r\n\r\n“\u003cem\u003eHikyatêd Cimaeta Kurda\u003c\/em\u003e” ji wan berheman e ku salên sîyî hatine berhevkirin û ji sala 1961an heta 90î peyderpey li dû hev wek 6 berg bi tîpên kirîlî li Erîwanê hatine çapkirin.\r\n\r\nWeşanxaneya Rûpelê her mîna çapa orîjînal a kirîlî, ev berhema giranbiha ya Hecîyê Cindî li ser şeş bergan çap kir. Her şeş berg li ser hev nêzîkî 1800 rûpel in. Di her şeş bergan de nêzîkî 240 çîrok û serpêhatî hene, wek: \u003cem\u003eMîrze Meheme, Keçelok, Gulbarî, Dawid Pêxember, Silqo, Silêman Pêxember, Şemo, Keçika Famdar, Çîroka Teyrê Sîmir, Çilkezî\u003c\/em\u003e û gelekên din.\r\n\r\nEv çîrok û hikayetên ku Hecîyê Cindî teqrîben 70-80 sal berê ji nav xelkê berhev kirine, li gel xweşîya çîrokan, her weha fikr û ramana civata kurdan a wê demê jî derdixe holê û rewşa kurdî ya wê demê jî radixe ber çavan.","brand":"Rûpel Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954136084810,"sku":"RUPEL-19","price":10.96,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/hikaye-2.jpg?v=1769527747","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/hikyated-cimeata-kurda-2","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}