{"product_id":"ji-el-qaide-heta-daise-rebera-rexistinen-islamist-en-tundrev","title":"Ji El Qaîde Heta Daişê: Rêbera rêxistinên Îslamist Ên Tundrev","description":"Rêxistinên çekdar ên îslamîst û paşxaneya wan mijara vê xebatê ne. Avabûn û çalakiyên bizavên wek El Qaîde, DAIŞ, En Nusra, Boko Heram, El Şebab, Ensarul Îslam, Cundullah-Ceyşul Edl, Heşda Şe’bî û hwd. di vê berhemê de cih digrin.\r\n\r\nSerpêhatiya serkirdeyên tundrev yên wek Ebdullah Ezzam, Usame Bin Ladin, Ebû Mûseb El Zerqawî, Ebûbekir El Bexdadî  Ebû Muhemmed El Colanî, Eymen El Zewahirî, Mele Fatih  Kirêkar û hwd. ku bi daxuyanî û çalakiyên xwe bala cîhanê kişandine, bi berfirehî hatiye behskirin.\r\n\r\nEl Qaîde çawa derket? Çi faktoran di bihêzbûna Bin Ladin de rol lîst? Ferqa El Qaîde û Talîbanê çi ye? Rêxistinên wek DAIŞ û En Nusra çawa ji nav El Qaîdeyê derketin? Têkiliya Boko Heram, El Şebab û saziyên din bi El Qaîdeyê re çi ye? Kitêb, li bersiva van pirsan digere.\r\n\r\nNakokiya di navbera Ezzam û Bin Ladin, nîqaşa di nava Bin Ladin-El Zewahirî û Zerqawî de, cudabûna En Nusrayê ji DAIŞê, nelihevkirina Colanî û Bexdadî û şerê En Nusra û DAIŞê bi sedemên xwe ve hatine vegotin.\r\n\r\nEl Qaîde li Kurdistanê çawa birêxistin bû, bandora wê li ser bizavên îslamî çi bû, tevgerên çekdar li vê derê çawa belav bûn, Zerqawî çawa ji Îranê hat Kurdistanê û bi saziyên vir re têkilî danî? Bersiva van pirsan û gelek pirsên din di vê xebatê de ye..","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954334331210,"sku":"AVESTA410","price":8.99,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/ji-el-qaide-heta-daise-rebera-rexistinen-islamist-en-tundrev.jpg?v=1769530107","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/ji-el-qaide-heta-daise-rebera-rexistinen-islamist-en-tundrev","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}