{"product_id":"kulilka-biyabane","title":"Kulîlka Bîyabanê","description":"Destpêka sala 2013an û piştî saleka şerî, êdî nema Sûrîyayeka bi tenê heye, lê belê sê Sûrîya: Sûrîyaya konfederal, cihê ku Tevgera Civaka Demokratik bi sedan encumenên xwecihî yên gelî li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Helebê bi rê dixe, Sûrîyaya tiyokrat, cihê ku gelek kom di rêya hin êlan ra şerîeta îslamî ya hişk ferz dikin û Sûrîyaya oligarşî, cihê ku aboriyar û polîsên rêjîmê desteser kiriye. Li cem Sûrîyaya oligarşi, ji bilî rewşa heyî û pînekirinê tu tişt tune bû. Komara Sûrîyayê komareka neteweperest e ku li ser esasê efsaneya bipêşketina ereban hatiye ava- kirin. Dewleteka polîsî ye, di destên hin kesên bi- jarde da ye, bermayîya arezûya komunizmê ye û him dişibe arezûya faşizma ewropayî ya dîrokî. Her wiha kêferatê bi hêza zordar a çîna aborî ya ku welat di bin destên wê da ye, dike û dirustki- rinên liberalist ên nû jî, dike. Vê jî hişt rewşa civaka Sûrîyayê ya belengaz kambaxtir bibe.","brand":"Weşanxaneya Şilêrê","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954689339722,"sku":"siler29","price":20.83,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/kulilka-biyabane.jpg?v=1769533154","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/kulilka-biyabane","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}