{"product_id":"kurd-di-kuraniya-diroke-de","title":"KURD -Di Kûraniya Dîrokê De","description":"Rojhilata Navîn dilê cîhana kevin bû û heya roja îro jî hên wisa ye. Hên ji berbanga dîrokê da pêşiyên gelên Rojhilata Navîn yên kevin di vê erdnîgariya girîng da cîran û hevsêyên hev bûn, û ji ber wilo jî neviyên wan gelan pêwîstiya wan di dema niha da jî pir zêde bi hevkarî, piştgirî û jihevtêgihîştinê heye daku mala xwe ya rojhilatnavînî mezin ji metirsiyan biparêzin.\r\n\r\nBi baweriya me hevnaskirina gelan ji hev ra pira here xurt û tunde, ya ku dikare wan ji bo hevkarî û piştgiriyê bigihîne hev. Ji bona vê armancê em xebatê dikin ku em pirtûkxaneya rojhilatnavînî bi hin pirtûkên girêdayî bi dîroka neteweya Kurd dewlemend bikin. Ev pirtûka ku li ber destê we ye yek ji wane. Me xwest em di nava vê pirtûkê da derbas kûraniya dîroka rojhilatnavînî bibin û ronahiyê bidin hin biyav û hin mijaran, yên ku di çarçewa zanîna me da wisa tên xuyakirin ku heya niha ti lêkolîn yan lê nehatine kirin yan jî ew lêkolîn di çarçeweyeka pir teng da mane; yan jî pir caran ne bi hûrbînî û temam bûn wek ku pêwîste.","brand":"Zaningeh Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954346225994,"sku":"TEV-010","price":11.1,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/kurd-di-kuraniya-diroke-de.jpg?v=1769530343","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/kurd-di-kuraniya-diroke-de","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}