{"product_id":"li-benda-keskesore","title":"Li benda KESKESORÊ","description":"Ev çîrok di nav salên 1820-1830î da derbas\r\ndiwe. Ji nav heft kalên min yê ku hêkata xu\r\nherî balkêş kalê kalî min, H. Osman Efendî\r\nbû.\r\nEw di xortanîya xu da suwa tê, serî xu\r\nhildigre û teri Senbolê, anda diwi. Xelkê ji\r\nwî umuda xu dibirri, lê ew piştî 15-20 sala\r\nwek merikî zane û dewletî dizivre gund.\r\nKevir û kitabeye ku navê wî li ser in,\r\nhîn li gund in. Yanê ew di nav kurmancên\r\nAnatolyê da yek ji wan kesa ye ku tişt dane\r\nnivîsandinê, tarixa me ya devkî kiriye\r\nnivîskî.\r\nDi saya wana da min dikarî bizanî, ka\r\nem ji kînga va li gundî Mikaîla, li navça\r\nAnkarayê bi cî war bûne.\r\nMi xwest ku bira hîn kelime, gotin û\r\ndevoka li gundî me, êla me wanda nebin.\r\nJi boyî vê jî min giranî da ser devoka gundî\r\nMikaîla. Ew zimanê me, erf edet û rûsime\r\nme li Anatolya navîn hêndi li ber mirinê ne.\r\nEz baş pê dizanim ku piştî mirina me,\r\nzimanê kurmancî jî bi me ra dimire. Pirr\r\nkes hîn nika da kurdîtiya xu inkar dikin, ji\r\nxu ra kalekî, esleka tirk digerin.","brand":"Apec Förlag","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954089029962,"sku":"APEC-50","price":10.1,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/li-benda-keskesore.jpg?v=1769527549","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/li-benda-keskesore","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}