{"product_id":"li-ciyayen-ande","title":"Li Çiyayên Andê","description":"Çawîş Lituma, fermandarê qereqola Naccosê, ligel tekane eskerê qereqolê, yawerê wî Tomás Carreño, şopa sê kesan digerîne ku li pey hev li vî gundê dûrîdest ê li çiyayên Andê wenda dibin. Serpêhatiya evîna esker Tomás a bi Mercedesê re şevên wan ên tenha dadigire, çîroka êş û kula dilekî birîndar wan bi hevaltiyeke henûn bi hev ve girê dide. Dema bi hev re meseleya windayiyan dikolin, li aliyekî tundûtûjiya bê hed û hesab a şervanên maoîst ên Rêya Ronî, li aliyekî jî bawerî û xurafeyên kevnar ên gelê navçeyê li ber çavan tê raxistin. Roman rûpelekî ji dîroka Perûyê, ligel mîtolojiya qewmên wê yên binecih, bi hostehiyeke bilind vedibêje û mirov matmayî dihêle bi vegotina xwe ya ku serpêhatiyên xerîb, seyr û sawnak mîna ku gelekî nas û nêzîkî me bin nîşan dide. Vê berhema girîng a Mario Vargas Llosa, yek ji nivîskarên herî mezin ên edebiyata Emerîkaya Latîn, ji alî Ciwanmerd Kulek ve ji zimanê wê yê resen bo Kurdî hat wergerandin û ferhengokeke bo manekirina peyvên taybet ên di zimanê yekemîn de û hin peyvên pêwîst ên di Kurdî de lê hate zêdekirin.\r\n\r\n“Ez gelekî heyran û hijmetkar im li hember milletê Kurd û dîroka wan a dilsoj.\r\n\r\nEz dixwazim bi van rêzikan, ligel daxwazên xwe ên herî mezin ên bo serkeftina vî milletî, silaveke ji dil û can bişînim bo xwendevanên xwe ên di vî zimanî de.”\r\n\r\nMario Vargas Llosa\r\n\r\n\u003cem\u003eMadrid, Kanûna Pêşî a 2015an\u003c\/em\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954378928458,"sku":"AVESTA507","price":9.46,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/li-ciyayen-ande.jpg?v=1769530734","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/li-ciyayen-ande","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}