{"product_id":"li-welate-wendayi-evin","title":"Li Welatê Wendayî Evîn","description":"Şevron:\r\n\r\nAx, axîn e li welatê wendayî, axîn jî evîn e. Evîn jan e li welatê wendayî, jan jî evîn e. Gelo di navbera axê û evînê de kijan çem diherikin? Di navbera ax û evînê de kijan çiya bilind dibin? Di hemû demên tarî de kijan sterk ronahiya xwe direşîne ser sînga axê û evînê? Evîn bi kijan janê, jan bi kijan evînê xwe xwedî dike! Mirov dixwaze hîn bibe zuhra van hemû gotinan. Lê zuhra van hemû gotinan, li ser lewheya hemû wextan hatiye nivîsandin û her parçeyekî vê lewhayê di hemû wextan de veşartîye. Divê hemû wext bên berhevkirin ku lewhaya zuhrê bê xwendin!\r\n\r\n \r\n\r\nJan:\r\n\r\nEvîn deryayekî bê serî bû û ez perperîkek bûm li ser pêlên evînê. Li vî welatê wendayî evînê pêlê xwe ji ser min rakiriye lê ezê niha çawa bikim. Oyyy gustílka min a be qeder, hemû daristanên vî welatî dişewitînin li ser sînga min.","brand":"Do","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954144080202,"sku":"DO079","price":7.93,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/li-welat.jpg?v=1769527798","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/li-welate-wendayi-evin","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}