Almanya'da 19,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava. / Tüm Avrupa Ülkelerine 99,99 € üzeri alışverişlerde kargo bedava.
Sitemiz şuan yenilenme aşamasında. Sizlere daha kaliteli hizmet için sunmak için yenileniyoruz.

Teslim alma kullanılabilirliği yüklenemedi
“Mezrecelîl; peyv, bi berfê dest pê dike, bi berfê diqede û birîn bi tozê tê dermankirin. Mezrecelîl; teqdîskirina axaftina berfê ye, çar aliyên me yên talankirî ye. Li wir di deryayên şevreşkî de çûkeke endelîb e. Li wir heyv di bêrîka rextan de tê veşartin. Mezrecelîl; navê çûyinê ye, mirî li wir têne şûştin. Li wir bûk hinneya destên xwe ji xweliya miriyan çê dikin. Bîreke jibîrkirinê ye Mezrecelîl, di çavên dildaran de dekbazeke jibîrkirinê ye, dengê zirzekirî yê Sibatê ye. Li wir darên piştxûz bi rehên xwe yên bêhêz xwe bi bîra xwe ve gire didin. Dar û daristan, kêzik û kulîlk, gelî û şiqêb, her tişt toz e li wir.”Helbestkarê ciwan Halil Dağ, bi pirtûka xwe ya pêşîn de, bi pirseke dijwar li pêşberî me radiweste: Mezrecelîl çi ye, li ku ye, mirov çawa dikare biçe wir? Dağ, bi rêzikeke Mezrecelîlê, pirsan li pirsan zêde dike: “Kî dikare bi riyeke deynkirî dest bi rêwitiyê bike?” Nexasim ku ev rêwîtî tenê rêwîtiya ber bi Mezrecelîlê ve be — pirsên Halil Dağ di heman demê de bersiv in jî. Rêwîtiya ber bi Mezrecelîlê, rêwîtiya ber bi dinyayeke helbestî ye. Ne bi bedena xwe, lê bi tenê bi giyanê xwe em dikarin bigihîjin wir. Riyeke dijwar e, lê heke mirov bikaribe bi hêmayên Mezrecelîlê xwe bigihîne wir, ev ê kêfxweşiyeke bêhempa be. Halil Dağ, nivîskarê Mezrecelîlê, di sala 1974'an de li Amedê ji dayik bû. Piştî kar û xebatên siyasî, hate girtin û cezayê muebedê xwar. Di jêr şert û mercên dijwar jî, peywendiya xwe ya bi wêjeyê nebirrî û li bendîxaneyê bi xebatên xwe berdewam kir. Dağ, bi sadetiya dengê xwe yê poetîk û bi Kurmancîya xwe ya xurt dibêje:
PîşareBi Mezrecelîl, Halil Dağ dengekî û hêmayeke nû tîne di robarê helbesta Kurdî de, ya ku li giyanê Kurdî/Kurmancî zêde dibe. Ji bo hemû berhemên Lîs Yayınları vir bitikînin Ji bo hemû berhemên Halil Dağ vir bitikînin
Hat
Baran barî
Çû
Berf.
Kilîda dêrî şikest
Ji bextewariyeke kewgirî
Dikulkule her alî
Çîlspî.
| Weşanxane | Lîs Yayınevi |
| Nivîskar | Halil Dağ |
| Rûpel | 80 |
| Sal | 2012 |
| Ziman | Kurmancî |
| Isbn | 9786054497515 |
Gryphiusweg 12 68307 Mannheim.Hemî siparîş bi hejmareka DHL’yê ya şopandinê tên şandin. Kargoya siparîşên di ser 19.99 € re her car belaş e. Di dema erzankirin û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe. Di dema firotina bierzanî û xelatan da, dibe ku dema gihandina siparîşê ji ya demên normal dirêjtir bibe.
Mak pirtûk, di navbera 30 rojên kirînê de (14 rojên di dema firotanê de) guhertin û paşvegerandina berhemên xisarnedîtî qebûl dike, (lê) bi şertê hûn meqbûza resen nîşan bidin. Li welatê ku danûstandin lê hatîye kirin, li her dikana xwe, em vê xizmetê ji we re dikin. Karê paşvegerandina we bi pirranî di navbera hefteyekê an hefte û nîvekê tê kirin. Piştî me kar û barê paşvegerandina we temam kir, em ê ji we re emaîla agahdarkirinê bişînin. Piştî ku me karê paşvegerandinê dest pê kir, ji kerema xwe ji rojekê heta 3 rojên karî, xwe li me ragirin heta ku em paşvegerandinê digihînin forma resen a peredayînê.
Eger pirseka te an şayîşeka te he be, haya me jê çêbike. Email: info@makpirtuk.de Telefon: (+49)-1575 0649613
Yeni ürünler ve yaklaşan indirimler hakkında en son güncellemeleri alın.
Abone olduğunuz için teşekkürler!
Bu e-posta kaydedildi!