{"product_id":"mihemed-eli-qeredaxi-vejandina-diroka-zanayen-kurd","title":"Mihemed Elî Qeredaxî Vejandina Dîroka Zanayên Kurd","description":"\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eMihemed Elî Qeredaxî Vejandina Dîroka Zanayên Kurd-Mihemed Elî Qeredaxî\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\nHeke em hinek çavê xwe li dîrok û çapemenîya Kurdistanê bigerînin, em dibînin her beyn nabeynekê û sal ne salekê -heke hemî salekê û salê yek-du caran nebûbe- şer û qirênên mezin di navbera desthilatdarên Romê û Ecem de rû daye û bi piranî şergeh û meydana şerên wan li ser ax û welatê kurdan bûye. Her kîjan yê din mexlub kiribe, piştî wê çi bi derdê xwaribe, bi talan û birrînê rapêçaye û lûl kirîye, ew rika kerb û kîna wî dagirkerê bêmerhemet bûye, alav û agir berdaye kitêbxane, xwendegeh û cihên pîrozz û xwelîya berê ezîyet, mejî, bîr û zanayên kurd bûye kil û sûrmeya çavê wan.\r\n\r\nBêguman heke piranî û binînehatîya şûnewarên zanayên kurd nebûya dibû piştî wan karesatan- xeberek ji paşvemayê bîr û hişê zanayên vî gelî di dest de nebûya.\r\n\r\nPiştî destê min qelemê girt û çavê min bi kitêbên dirrîyayî ket, bala min li ser kitêbên kevin û perritî livîya û ez bi wan re jiyam û wan tesîrê ser ruh û hinava min kirin. Car caran jî li ha û li wir tiştek ji min didirrandin. Heta van demên dawîyê bi zêde wextderbaskirina bi gelek milên din ve, bi danîna li milekî gelek projeyan, min wext û firset ji xwe re pêk anî heta tê de goşeka paşvemayê ji destê karesatan rizgarbûyî, şûnewarên zanayan tê de çêkim.","brand":"Peywend Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":61172163674442,"sku":"sppeywend103","price":16.55,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/mihemed-eli-qeredaxi-vejandina-diroka-zanayen-kurd.png?v=1771867578","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/mihemed-eli-qeredaxi-vejandina-diroka-zanayen-kurd","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}