{"product_id":"nalin-birdanka-xwelye","title":"Nalîn...Bîrdanka Xwelyê","description":"\u003cp style=\"font-weight: 400;\"\u003e\u003cb\u003e\u003cstrong\u003eWelatek\u003c\/strong\u003e\u003c\/b\u003e\u003cb\u003e\u003cstrong\u003eê\u003c\/strong\u003e\u003c\/b\u003e\u003cb\u003e\u003cstrong\u003e jê direvin \u003c\/strong\u003e\u003c\/b\u003e\u003cb\u003e\u003cstrong\u003eû ji bo vedigerin\u003c\/strong\u003e\u003c\/b\u003e\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400;\"\u003eZor caran edeb ew rêkar e ji bo yê mirov hest û hizrên xwe tê de tomar dikirin, hewil dida bi ciwan­tirîn wêneyên dahênanê nimayiş bike, dahênan jî di nivîsanê de weku rexnegirê romanivîs Kolln Willson pesin dike, piroseka bi zehmet e weku bi serkeftinê ye ji bo serê milekê, kesên lawaz dikevin û paşpaşkî vedigerin, kesên xwedan îradeka bi hêz dibine ni­vîskarên şareza û navdar, heta nivîsîn jî, ji hejî nas­navê dahênan bibe, gereke xwe bi şêwazekî nimayiş bike ku hîç delîvê nehêle û xwendevan neçar bike heta dûmahî tîp û riste pê ve bête girêdan û di gel de bijî, weku mamostayê edebê Erebî Dr. Samî Qire amajê pê dike û dibêje; “xwendin heta radeyekî weku vegêrana ayetên quranê ye”,  ji ber ku di pirosa xwen­dinê de xwendevan ji cîhana xwe ya asayî qut dibe û tevlî cîhana nivîskarî û ezmûna wî dibe, di wê pê­vajûyê de xwendevan nax û peywendî û jîwar û rûdanên dewrûberên xwe nas dike, lew ra eger xwen­din pencerek be ji bo bazdanê ji ketwarî. Hevdem derwazê vegeriyanê ye ji bo heman jîwar.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400;\"\u003eReng e roman yek e ji tuxmên edebî yên zortirîn maweyê ji bo xwendevan berceste dike da têkilî ezmûna nivîser ya miştî dahênan û şarezaya jiyane­wer û cîhana wî ya xeyalî bibe, ne ku tinê di gel hejma­ra rûpelan û dirêjiya demê ya nivîsînê mijûl bibe. Ji ber ku roman rûdanên zêdetir û mewdayên demên dirêjtir ji regezên di peyv û riste û peregirafan de têne rêzkirin bi xwe ve digire.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp style=\"font-weight: 400;\"\u003eLi gora bûyerên romanê û ristina bi hêz ya nivîskar pêximet gehiştina encam û armancê dadirêje, delîva hevrikiyên navxweyî ji bo kesatiyan ferahim dibe, di encam de roman rûber û mewdayên cihdemkî yên berîn û fireh terz û şêwazên nivîsanê yên heme cûr dafirîne, hebûna vê saxletê jî pêdivî bi romaniv\u003c\/p\u003e","brand":"Weşanên NA","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954679443786,"sku":"NA150","price":6.45,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/nalin-birdanka-xwelye.jpg?v=1769532927","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/nalin-birdanka-xwelye","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}