{"product_id":"rastiya-tawuse-melek-u-cend-rastiyen-ezdiyatiye","title":"Rastiya Tawûsê Melek û Çend Rastiyên êzdiyatiyê","description":"ji berê de tehemûl û rêzgirtina wan ji olên din re heye û qîmeteke mezin didin berhemên kevn. Ew îbadetên xwe li ber wan ziyaret û tiştên kevn tînin. Êzîdî ji qewmiyeta xwe ve Kurd in û ji Kurdistanê ne, ew hema bêje tev bi Kurmancî diaxivin. Di vê herêma welatê Xalta de berê Xiristiyan û Êzîdî dijiyan. Eşîra Eleka di destpêka sedsala 19an de hatiye herêmê, di wexta Mîrzikê Zaza de ew hatine. Mezinên wan Remo, Dîbo û Sîno bûn. Remî, Reşkotî û Pençawarî jî niştecihên kevn nîn in. Bi hatina van û fermana ku di dawiya sedsala nozdehan de hatiye ser Êzîdî û Xiristiyanan, yekcar bi fermana sala 1915an a Ermeniyan demografiya herêmê tam guheriya. Bi guherandina demografiyê, Êzîdî di herêmên xwe de bûn kêmî, ew qels û lawaz bûn, desthilatiya herêmê ji destê wan derket û ket destê eşîrên Kurdên Misilman.\r\n\r\n***\r\n\r\nBi texmȋna min, ev lȇkolȋnȇn ji aliyê nivȋskar ve hatine kirin, ji bo lȇkolȋnvanȇn pȇșerojȇ karibin bibin bingeha zanyariya Ȇzdȋnasiyê ya xurt.\r\n\r\nXudanȇ lȇkolȋnȇ li ser hinek pirsgirȇkên hevbeș sekiniye û li dor wan lȇkolȋn-analȋzȇn berfireh, kûr û dirȇj kirine. Li ser Şamaşê Mezopotamyayê û Şêşimsê baweriya Êzdiyan, Sin(ê) Haran û Şêxsin û li ser baweriyên Tawûsê Melek ve girȇdayȋ sekiniye. Heweskar in nȇrȋnȇn wȋ yên li dor baweriya Tawûsȋ Melek.\r\n\r\n\u003cb\u003e\u003cstrong\u003e   Dr.Eskerê Boyik\u003c\/strong\u003e\u003c\/b\u003e","brand":"Na","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60953975193930,"sku":"NNA-112","price":8.43,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/Rastiya-Tawuse-Melek-u-Cend-Rastiyen-ezdiyatiye.jpg?v=1769527160","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/rastiya-tawuse-melek-u-cend-rastiyen-ezdiyatiye","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}