{"product_id":"razen-sin-2","title":"Razên Şîn","description":"\u003ch2\u003eRazên Şîn-Veysi Ülgen\u003c\/h2\u003e\r\n“Bajar, tu çima bi min re naaxivî? Ez amade nîn im te wisa bi bêdengî hîs bikim. Tu jî wek min birîndar î. Dilê te wek min wesle wesle ye. Em salên berê li vir bi etra dildariyê gelek caran diaxivîn. Tu heval û hogirê me bûyî, şirîkê evînên veşarî bûyî. Te em dixistin paşila xwe, wek dayîkan dihewand. Ez tu me, tu ez im. Rojhelata te di şer de rûxandin, li rojavayê te jî amadekariya rûxandina bi makîneyan hê didome. Dayîka min li rojhelat di heloşandina te de jiyana xwe ji dest da. Te ez bi xeyala wê re bi tenê hiştim. Ka min çi xerabî bi te kiribû ku te evînên nenas berî ser dilê min dan?”\r\n\r\nBajar wek ku dihejike. Çavên xwe digire, guhdar dike.\r\n\r\n“Erê keça delal. Ez bi dengê veşarî bibêjim çi? Deriyê min bi zilma dema bêbext şikênandin. Ez bi makîneyan, çekan, tanqan pelçiqandim. Bi hêrsa hezar salan êrîş kirin lê min bi wehca jiyana serbixwe li ber xwe da. Darên min şewitandin, hewşên min xera kirin. Kevirên min ên hezar salî kirin binî erdê. Bêhna mirinê ket nav kuçeyan. Hinek reviyan, hinek mirin, hinekan bê çek şer kirin. Jiyana hezar salan wesle bi wesle bû, bi ser dîrokê de weşiya. Ewên ji mirinê filitîn jî ketin nav aloziyan. Zarokên min sêwî, bûk bê mêr, mêr bêkês bûn. Hinekan ez zû ji bîr kirim. Hinekan qet şerm nekir û hatin di xaniyên nû de rûniştin. Dîroka me ya hezar salan şewitîbû. Lê jin, mêr û zarokan ji bo min xwe feda kirin, êdî qet xema min nîn e. Ew ê zarokên wan dîsa min şên bikin. Xaniyên ku nû çêkirine nikarin bi kevirên şewitî re kapan bavêjin. Ev avahiyên nû wê zû werin xwarê. Nikarin li hemberî dîrokê li ber xwe bidin. Lê kevirên şewitî bi hezar salan li ber xwe dane.”\r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên   \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/jj\/\"\u003e\u003cstrong\u003eJ\u0026amp;J Yayınları\u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003e vir bitikînin\u003cstrong data-start=\"1295\" data-end=\"1312\" data-is-last-node=\"\"\u003e\r\n\u003c\/strong\u003eJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/veysi-ulgen\/\"\u003e\u003cstrong\u003eVeysi Ülgen\u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003e vir bitikînin","brand":"J\u0026amp;J","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954026246474,"sku":"JJ-83","price":14.44,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/razen-sin.jpg?v=1769527356","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/razen-sin-2","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}