{"product_id":"re-e1-b9-a3zeytun","title":"Reṣzeytûn","description":"Ez ne zarokek an keçek an jî jineke Berîtani, Ewupî, Emerîkî Çînî an jî Japonî me da ku mamosteyek ji bo şewq were û min fêrî zagonên helbestan bike, da ku bizanibim çawa nîgar bikim. Ez jineke piştî hejimara qurbaniyên Enfalê me ku ji mirinê nayên jimartin. Ez ji çiravên urf û adetan û êşkişînê hatim, ji çiravên xem, azar, jan û derdan hatim, da ku tîpên helbesteke tazî li nav qujimorekên rûyê kalekî di temenê zarokatî de bikolim. Erê, ez jineke li nav xêzên lênûskan, tiliyan li nav hev digerînîm da ku di hebûna mirinê de, jiyaneke xweş binivisînim. Dinivîsim, da ku jineke candar bimînim..","brand":"Weşanxaneya Şilêrê","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60954664403274,"sku":"Siler2","price":9.52,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/reszeytun.jpg?v=1769532798","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/re-e1-b9-a3zeytun","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}