{"product_id":"rewi","title":"Rêwî","description":"\u003cdiv class=\"ozet\"\u003eRêwîtîya „rêwî“ qedîya…\r\nDema mêvantîyê dest pê kir…\r\nRêwî dixwaze li mala her Kurdekî bibe mêvan…\r\nKê ku derê mala xwe jê ra vebike…\r\n***\r\nRêwî, navê romana İkram Oğuz ya duyemîn e.\r\nJi alî weşanxane ya DOZ, li Stenbolê hatîye weşandin.\r\nRêwî, romaneke demki ye.\r\nMijara romanê di navbera salên 1960î û 80yî da derbas dibe.\r\nDi destpêka salên Şêstî da, hemû serhildanên Kurd têkçûne, gelê Kurd bê deng û bêçare ye.\r\nDewlet vala nasekine.\r\nLi her gundekî Kurdistanê dibistanan vedike.\r\nBi rûyekî nû û bi amûrekî nû li seranserî Kurdistanê bi cîh dibe û çerxa asîmîlasyonê dest pê dike.\r\nNivîskar, di şexsîyeta lehengê romanê Rêwî (Tajdîn) û Şêx û Mamoste da nakokîyên di navbera gelê Kurd û devletê da, nakokîyên navxweyî yên di civata Kurd da, bi nimûneyên balkêş û bi zimaneke zelal dide ber çav.\r\nLehengê romanê Rêwî, di heftsalîya xwe da, di dibistana ku di gund da vedibe, dest bi xwendinê dike.\r\nDi dema xwendina xwe ya dibistanê da, xwe di navbera du rêyan da dibîne.\r\nLi alîkî Şêx, li alîyê din jî Mamoste…\r\nHer yek li serê rêyekî sekinîye û Rêwî ber bi xwe dikişîne.\r\nMamosta bi rîya asîmîlasyonê wî ji ziman û çanda wî, ji kok û dîroka wî dûr dixîne, Şêx jî li ber pêşveçûna wî disekine…\r\nDibistan diqede, Rêwî di çardeh salîya xwe da bi malbatî koçberî bajêr dibe. Di nav bajarekî rengîn û tevlihev da weke karkerekî zarok bi kedxwarîyê ra rû bi rû dibe.\r\nJi dibistan û xwendina dibistanê dûr dikeve…\r\nJi bo jîyaneke bi rûmet û dewlemend li rêyeke nû digere û di wê rêwîtîyê da xwe wek karkerekî civan di nav refên şoreşgeran da dibîne…\r\nDest bi xwendina pirtûkan dike û di nav pelên pirtûkan da gera xwe ya ji bo jîyaneke azad û serbilind didomîne…\r\nLigel tengasî û astêngên dijwar sal û demsal derbas dibin.\r\nRêwî di xortanîya xwe da bi binketî û serketîyên piçûk va mezin û kamil dibe…\r\nDaw û doza dinyayeke nû, dinyayeke aştîyane dike û gor wê yekê tevdigere.\r\nRojek ji rojan Rêwî bi pîşadî rastî pirtûkeke bi zimanê xwe yê ku jê dûrketibû tê…\r\nBi dîtin û xwendina wê pirtûkê va, hînbûn û hevalîtîyên wî, xûy û xeysîyetên wî, jîyana wî ji binîva tê guhartin…\r\nEw bi destpêkeke nû, li ser ziman û çanda xwe vedigere û li pey şopa dîroka xwe dikeve…\r\nBi xewn û xeyalan dîroka xwe ji nû va dixemilîne…\r\nDi nav xewn û xeyalên xwe da, ger li Pîran binketî, ger li serê Çîyayê Agirî xwe serketî…\r\nGer li Meydana Çarçira li ber darsêpê, ger li herêma Berzan xwe wek peşmerge ciwan dibîne…\r\nRoj tê, xewn û xeyal tevlihev…\r\nRê û dirb li hev diqelibin.\r\nWek rîya Rêwî û Şêx û Mamoste û di nav zîndaneke binerd da…\r\nnavkurd.net\u003c\/div\u003e","brand":"Doz Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60949147124042,"sku":"DOZ-016","price":6.77,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/2_1732914712081355.jpg?v=1769465334","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/rewi","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}