{"product_id":"rewsa-kurdi-ya-sosyolinguistik-li-tirkiye","title":"Rewşa Kurdî ya Sosyolînguîstîk lî Tirkîyê","description":"\u003cdiv class=\"ozet\"\u003e\r\n\u003ch2\u003e\u003cstrong\u003eRewşa Kurdî ya Sosyolînguîstîk lî Tirkîyê-Ergin Öpengin\u003c\/strong\u003e\u003c\/h2\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"0\" data-end=\"454\"\u003e6ê Çiriya Paşîn a 1991ê, Leyla Zanaya ku hêj taze hatibû hilbijartin bo Meclisa Tirkiyeyê, di merasîma vekirinê de hevokeke sonda xwe ya wekîliyê bi Kurdî got. Ev rûdan, ku bû binasê polemîkên mezin ên siyasî û civakî, di heman demê de derbirîna nerihetiya Kurdan bû sebaret bi statûya zimanê xwe. Lewre Kurdîya ku mehrûm bû ji her çi naskirineke resmî û ku bikaranîna wê di qada giştî de qedexe bû, di çend qadên sosyal ên berteng de hatibû hepskirin.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"456\" data-end=\"764\"\u003eJi hingê ve, siyaseta û civaka Tirkiyeyê pir guherîn. Pêvajoya endametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de bi xwe re pêşketinên girîng anîn, bo numûne di warê rêzlêgirtin û cîbicîkirina mafên kultûrî de. Bêguman van şert û guherînên taze lez û karîgeriyek da çalakiyên kultûrî û siyasî li dor zimanê Kurdî.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"766\" data-end=\"1021\"\u003eLê belê, heyama li dû wê bi temamî li ser bi amrazkirina siyasî ya zimanê Kurdî ava bû; car wekî bingeh û serekanî ji bo mobîlîzasyona siyasî ya kêmîneya Kurd, car jî ji bo derpêşkirin û peytandina gotara resmî ku li ser redkirin û tehqîra kurdiyê ava bû.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"1023\" data-end=\"1427\"\u003eBi her çi halê heyî, hingê, herwekî niha, lêkolînên sosyolenguîstîk ku rewş û şertên Kurdiyê raxine ber çavan nebûn. Lap nebûna lêkolînên li ser teswîra sosyolenguîstîka Kurdiyê li Tirkiyeyê kir ku em dest bavêjine vê lêkolînê. Me xwest di perspektîfeke sosyolenguîstîk re lê binihêrin û têbigihin ka axêver di jiyana rojane de, sebaret bitercîh û bikaranîna zimanî, muameleyeke çawa dikin bi zimanan re.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"1429\" data-end=\"1824\"\u003eLê belê, şert bû ku em ji teswîreke sade ya reftarên beyankirî yên axêveran wêdetir çûbana. Lewma, me fer zanî ku teswîra li serprêzeyên zimanî, bi nirxandineke berfireh a şertên sosyo-polîtîk ên cemaeta Kurdî axêv temam bikin. Armanc ji vê yekê bicîkirina diyardeyên zimanî ye di nav konteksta wan de da ku meylên zimanî yên axêveran di nav paşxane û çarçoweya sosyo-polîtîk de bêne têgihiştin.\u003c\/p\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"1826\" data-end=\"1917\"\u003eJi bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê, lêkolîn li dor van 4 pirsyarên li jêrî hatiye avakirin:\u003c\/p\u003e\r\n\r\n\u003col data-start=\"1919\" data-end=\"2448\"\u003e\r\n \t\u003cli class=\"\" data-start=\"1919\" data-end=\"2023\"\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"1922\" data-end=\"2023\"\u003eÎro, kîjan fakterên zimanî û der-zimanî xwedantesîr in li ser werara rewşa zimanê Kurdî li Tirkiyeyê?\u003c\/p\u003e\r\n\u003c\/li\u003e\r\n \t\u003cli class=\"\" data-start=\"2025\" data-end=\"2187\"\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"2028\" data-end=\"2187\"\u003eGelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî û pratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên (perception) welatiyên Kurd sebaret bi zimanê xwe?\u003c\/p\u003e\r\n\u003c\/li\u003e\r\n \t\u003cli class=\"\" data-start=\"2189\" data-end=\"2315\"\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"2192\" data-end=\"2315\"\u003eKîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranîna Kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî de?\u003c\/p\u003e\r\n\u003c\/li\u003e\r\n \t\u003cli class=\"\" data-start=\"2317\" data-end=\"2448\"\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"2320\" data-end=\"2448\"\u003eRewşa faktayî ya Kurdiyê hevterîb e, an jî heta çi dereceyê hevterîb e, digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de?\u003c\/p\u003e\r\n\u003c\/li\u003e\r\n\u003c\/ol\u003e\r\n\u003cp class=\"\" data-start=\"2450\" data-end=\"2681\"\u003eProblematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsyareke seretayî ku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin: heta çi dereceyê tesîra fakterên sosyo-polîtîk ên rewşa Kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên Kurd ên li Tirkiyeyê nîşan didin?\u003c\/p\u003e\r\n\r\n\u003c\/div\u003e\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\n \r\n\r\nJi bo hemû berhemên \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/wesanxane\/avesta-yayinlari\/\"\u003e\u003cstrong\u003eAvesta Yayınları \u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003evir bitikînin\r\n\r\nJi bo hemû berhemên  \u003ca href=\"https:\/\/makpirtuk.de\/niviskar\/ergin-opengin\/\"\u003e\u003cstrong\u003eErgin Öpengin\u003c\/strong\u003e\u003c\/a\u003e vir bitikînin\r\n\u003cdiv class=\"ozet\"\u003e\r\n\r\n \r\n\r\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":60949106852170,"sku":"AVES-164","price":12.33,"currency_code":"EUR","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0968\/0289\/8250\/files\/rewsa-kurdi-ya-sosyolenguistik-li-tirkiyeye.jpg?v=1769464749","url":"https:\/\/www.makpirtuk.de\/products\/rewsa-kurdi-ya-sosyolinguistik-li-tirkiye","provider":"Makpirtuk","version":"1.0","type":"link"}